Ji Las Tesîsê piştgiriya Peymana Stenbolê
Las Tesîsê, ji bo jinên tirkiyeyî ji ser medyaya civakî daxuyaniya piştgiriyê da. Jinan feshkirina Peymana Stenbolê wekî derbe bi nav kirin û gotin “Em hemû dostên xwe yên li Tirkiyeyê, bi hezkirina xwikîtiyê hembêz dikin û hêzeke mezin ji wan re dişînin.”
Navenda Nûçeyan- Çalakgerên Las Tesîsê, destek dan jinên ku li Tirkiyeyê li dijî feshkirina Peymana Stenbolê derketine kolanan. Ji bo jinên ku bi rojane li dijî fesihkirina Peymana Stenbolê ya bi awayekî bêhiqûqî bi Biryarnameya Serokomariyê pêk hat, ji gelek aliyên cîhanê daxuyaniyên piştgiriyê tên dayîn. Vê carê jî çalakgerên Las Tesîsê daxiyaniya piştgiriyê dan.
Jinan ji ser medyaya civakî vîdyo parve kirin, fesihkirina peymanê wekî darbe bi nav kirin û bal kişandin ku ev yek dê şîdetê zêdetir bike.
Daxuyaniya ji bo jinên li Tirkiyeyê:
“Merheba ji we re, em ji Valparaísoyê ku kolektîfa huner û performansê dike yek, Las Tesîs in. Ji bo ku em nerazîbûna xwe ya ji bo paşveçûnên ku di warê mafên mirovan de çêdibin eşkere bînin ziman em li vir in. Ev bûyer, nîşan dide ku têkoşîna gerdûnî ya ji bo mafên me çiqas bi bandor û pêwîst e. Her wiha ev têkoşîn ji bo mafên ku me hê bi dest nexistine bi sînor nîn e, di heman demê de ji bo parastina mafên di dest me de ye. Mixabin wekî em dibînin, dibe ku em a niha van mafên xwe winda bikin. Ji ber vê yekê em dixwazin balê bikşînin ser girêdana têkoşîna femînîst a ku hemû sînoran derbas dike.”