Ji Kongra Star semînerên 25’ê Mijdarê didomin

Kongra Star a bajarê Hesekê li ser esasê rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê semînerek li ser tundiya ku jin û civak her pê re rû bi rû dimînin da Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Hesekê.

Hesekê – Platforma Çalakiyên hevpar yên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 12'ê Mijdarê de rêzeçalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê bi diruşmeya "Li dijî her cureyên tundiya dewletê û hişmendiya zilam: Jin, Jiyan, Azadî" ragihandin. Îro jî bi heman dirûşmeyê Kongra Star a bajarê Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser tundî û cureyên tundiyê semînerek da Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê û Tirafîkê. Semîner li Navneda Asayişa Giştî ya taxa Kelasê li bajarê Hesekê hate dayîn.

Dîroka 25’ê Mijdarê hat qalkirin

Endama Kordînasyona Kongra Star a Rojava Welîda Botî der barê tundiyê de semîner da, bal kişand aliyê dîrokî ya 25’ê Mijdarê û wiha got: “Roja 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, ev roj bingehê xwe ji têkoşîna xwişkên Mîrabel digire. Patria, Minerva û Maria Teresa li Komara Dominik çalakvanên siyasî bûn û li dijî pergal û siyaseta serokê komarê Rafael Trujillo serî hildabûn û têdikoşiyan. Di 14’ê Hezîranê de di dema şahiyê de Rafael Trujillo hewil da ku Minerva yê tacîz bike, loma Minerva helwesta xwe nîşan da û şeqam li Rafael xist. Piştî wê bûyerê bi pêşengiya Minerva ku beşa Parêzerî li zanîngehê dixwend, rêxistina bi navê ‘Tevgera 14’ê Hezîranê’ ava dikin ku navê xwe ji dîroka şeqama Rafael Trujillo xwariye digire.”

Welîda Botî balkişand roja biryargirtina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û wiha domand: “Piştî wê bi demekê Rafael Trujillo fermana dîlgirtin û îşkencekirina hersê xwişkan dide û Minervayê ji bawernameya wê mehrûm dike. Paşê hersê xwişk ji girtîgehê derdikevin û di 25’ê Mijdara 1960’î de bi rengekî hov ji aliyê çekdarên Rafael Trujillo ve têne qetilkirin. Ev bûyer dawiyê li pergala Rafael tîne û ew piştî 6 mehan ji qetilkirina xwişkên Mîrebal, tê kuştin. Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 17’ê Kanûna yekemîn sala 1999’an de biryar didin ku 25’ê Mijdarê, roja qetilkirina xwişkên Mîrebal bibe roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jin û hemû hikûmet, rêxistinên navnetewî, rêxistinên mirovî û yên jin ji bo têkoşîna li dijî tundî û parastina mafên jin rol û misyonên xwe bilîzin. Di civakê de eger edalet di navbera jin û mêr de tune be, ew ê edalet di civakê bi giştî tune be.”

‘Têkoşîna Xwişkên Mîrabel dewam dike’

Welîda Botî herî dawî bal kişand kesayetên ku li hember tundiyê serî hildane wiha bi dawî kir: “Têkoşîna Xwişkên Mîrabel ên 59 sal berê hatin qetilkirin, berdewam dike. Beriya xwişkên Mîrabel û piştî wan jî bi dehan jinên li dijî dîktatoriyan li berxwedane hebûn. Ji Jeanned Arc bigire heta Fatma Kara, heta Clara Zetkîn, Leyla Qasim, Rose Luxemburg, Sakîne Cansiz , Hevrîn Xelef, Zeyneb Saroxan, Jiyan Tolhildan û Jîna Emînî ya ku bi şehadeta xwe yekîtiya jinan li hemberî hişmendiya nîjadperest  ava kir. Îro Jin li tevahî cihanê di bin dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” ji bo avakirina civakek demokrat ku jin û mêr têde wekhev bin bang dikin.”

Semîner bi niqaş li ser rêgirtina li ber cureyên tundiyê bi dawî bû.