Ji Kongra Star der barê tecrîdê de bangawazî
Kongra Star der barê tecrîta girankirî a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da di daxuyaniyê wiha hat gotin:“Ji bo zadiya fîzîkî a Rêber Apo em derkevin qadan.”
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/06/20230603-20230603-082854-073723-133104-184801-082307-132139-190249-kongreya-star-logo-pngd8df8f-image-jpg03b862-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Meclîsa Kongra Star a yek ji tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di bin şert û mercên giran de li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin û 2 sal zêdetir e tu agahî jê nayê girtin, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tecrîda dewleta Tirk a li Îmraliyê li dijî qanûnên navneteweyî ye, her tim bê hincet ‘cezayên dîsîplînê’ li Rêberê Gelê Kurd re hatiye birîn, herî dawî 6 mehên hevdîtina bi malbat û parêzeran jî qedexe tê ferzkirin.
‘Li hember tecrîdê li qadan bin’
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku dewleta Tirk a dagirker rêz li mafê mirovan û girtiyan nagire, hat diyarkirin ku armanca tecrîdê şikandina îradeya gelê Kurd û hemû gelen heremê ye.
Kongra Star diyar kir ku polîtîkayên înkarê yên di şexsê Abdullah Ocalan de li dijî gelan tê meşandin û bang li NY, rêxistinên mafên mirovan û CPT kir ku li dijî tecrîdê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Kongra Star di dawiyê de bang li hemû jinan û gelan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dakevin qadan.