Ji kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ hişyarî
Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ di hefteya 118’an de diyar kir ku girtiyên siyasî di demên dawî de hatine derbkirin, rastî îşkencyê hatine. Kampanyayê destnîşan kir ku bi fermana ‘sazûmaniya şer’ girtî di nava gefeke cidî de mane.
Navenda Nûçeyan- Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ ku li dijî pêkanînên cezayê darvekirinên li Îranê hatiye destpêkirin, di hefteya xwe ya 118’an de didome. Li seranserê welat girtiyên li 56 girtîgehan, li dijî pêkanîna dayîna cezayên darvekirinê, di grevê de ne. Kampanyayê da zanîn ku fermana rayedarên desthilatdariya olî ya serdest a ‘sazûmaniya şer’ pergala dadweriyê ji bo mafê kesên di xwepêşandanên meha Çileyê û pêvajoya dawî ya şer de hatin binçavkirin zêdetir binpê bike zemîn ava dike.
Kampanyayê hişyarî da ku ev ferman tê wateya paşguhkirina hemû mafên zagonî yên girtiyan û bêyî cezayên adil dayîna cezayên giran.
Metna danezana kampanyayê wiha ye:
“Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ di hefteya xwe ya 118’an de îfade dike ku piştevaniya malbatên girtiyên dawî hatin înfazkirin dikin û kesên ku di riya azadî û wekheviyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin.
Hefteya borî, sê girtiyên siyasî ku ji ber beşdarî xwepêşandanên meha Çileyê bûne, ji Tehran, Amiralî Micafarî, ji Esfehanê Erfan Kiyanî û ji Sistan-Belûcistna Emer Rameş di encama pêvajoyên daraza ne edlî de hatin darvekirin. Cenazeyê du kesan radestî malbatên wan nehatin kirin. Bêguman polîtîkaya rejîmê ya bi zorê windakirin bi kar tîne, li dijî mirovahiyê ye.
Di pêkanîneke din a der mirovî de jî du girtî Mehdî Ferîf û Sultan Alî Şirzadî ji ber sûcên sîxuriyê hatin darvekirin.
Girtî bi awayekî sîstematîk tên derbkirin
Di demên dawî de agahiyên ku li girtîgehên cuda girtiyên siyasî û kesên nû hatine binçavkirin, bi awayekî sîstematîk hatine derbkirin, rastî îşkenceyê hatine û wan biçûk xistine tên. Îşkence qutkirina por, bi riya dijûn û heqaretan hewldane biçûkxistina girtiyan. Ev muameleya dermirovî beriya darvekirinê girantir bûye.
Rayedarên asta bilind, bi fermana ‘sazûmaniya şer’ bû sedem ku daraz, zextê li ser xwepêşander û kesên piştî şer hatin girtin zêde bike, ev jî tê wateya ku mafên zagonî bi temamî tune were hesibandin û bêyî darizandin cezayên giran bidin.
Ji ber tirsa desthilatdariyê ya ji serhildanên gel, bajar veguherandine qada leşkerî, di civakê de tirsê dide avakirin û li girtîgehan bi înfazên rojane nîşan dide ku dijminê wan ên esasî gel e. Ji ber vê di van rojên krîtîk de divê gelên alîgirên azadiyê, aktivîst û parêzvanên ‘na ji darvekirinan re’ bêdeng nemînin divê bibin dengê girti û mehkûmên darvekirinan.
Bang hat kirin
Em bang dikin ku bi qutbûna înternetê re civaka navnetweyî û saziyên mafên mirovan zextan zêde bikin, Komîteya Lêkolînên Rastiyê ya Neteweyên Yekbûyî, serlêdana navendên binçavkirin û girtîgehên Îranê bike.”
Kampanyayê polîtîkayên zextê şermezar kir, di hefteya 118’an de, 28’ê Nîsana 2026’an roja Sêşemê ve 56 girtîgeh di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Ew girtîgeh ev in:
“Girtîgeha Evîn (Beşa Jin û Mêran), Girtîgeha Qezlî Hisarê (Yekîneyên 2, 3 û 4), Girtîgeha Navendî ya Kerecê, Girtîgeha Ferdîs, Girtîgeha Tehrana Mezin a Kerecê, Girtîgeha Qerçax, Girtîgeha Xorîn Varamîn, Girtîgeha Çobîndar Qezvîn, Girtîgeha Ehar, Girtîgeha Arak, Girtîgeha Langroud Qum, Girtîgeha Xuremabad, Girtîgeha Borujerd, Girtîgeha Yasuc, Girtîgeha Esedabad, Girtîgeha Esfehan, Girtîgeha Destgerd, Girtîgeha Şeyban, Girtîgeha Ehwaz, Girtîgeha Sepîdar, Ehwaz (Beşa Jin û Mêran), Girtîgeha Nîzam, Girtîgeha Şîraz Adelabad, Şîraz (Beşa Jin û Mêran), Girtîgeha Fîrûzabad, Fars, Girtîgeha Dehdeşt, Girtîgeha Zahedan (Beşa Jin û Mêran), Girtîgeha Borazcan, Girtîgeha Ramhormoz, Girtîgeha Behbehan, Girtîgeha Bam, Girtîgeha Yezd (Beşa Jin û Mêran), Girtîgeha Kehnuc, Girtîgeha Tebas, Girtîgeha Navendî ya Bîrcend, Girtîgeha Meşhed, Girtîgeha Gorgan, Girtîgeha Sebzewar, Girtîgeha Gonbad-Kavoos, Girtîgeha Qaemşehr, Girtîgeha Reşt (Jin-Mêr), Girtîgeha Rudsar, Girtîgeha Hawiq Taleş, Girtîgeha Azbarm, Lahican, Girtîgeha Dîselabad, Girtîgeha Urşedam, Girtîgeha Teblîsê, Girtîgeha Kerriz, Girtîgeha Selmasê, Girtîgeha Xoyê, Girtîgeha Neqedeyê, Girtîgeha Miandoab, Girtîgeha Merîwanê, Girtîgeha Mahabad, Girtîgeha Seiz, Girtîgeha Bane, Girtîgeha Senendcê, Bûkan, Kamyaran û Girtîgeha Îlamê.”