Ji jinên ciwan ên Şengalê li ser parastina jîngehê semîner

Jinên ciwan ên Şengalê li ser parastina jîngehê li gundê Duhlayê semîner da.

Şengal – Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê li gundê Duhla ya Şengalê li ser girîngî û wateya ekolojiyê semîner hat dayîn.

Gelek jin tev li semînerê bû. Di semînerê de berdevka Jinên Ciwan Sara Botan li ser girîngiya parastina jîngehê axivî.

Sara Botan destnîşan kir ku welatek ku xwezaya wê, ax û ava wê neyê parastin jiyana wê welatê zehmet e û wiha got: “Ji bo parastina ax û xweza rola me jinên ciwan çi ye, erka ku dikeve ser milê me çi ye divê em baş zanibin. Pêwîst em oksîjena ku nefes û jiyanê dide însanan biparêzin. Xweza û însan bi hev re girêdayî ne, însan bê xweza nikare bijî. Wek Şengal pêwîstiya me bi ekolojiyê heye. Ax û xweza jî wek însan zindî ye û divê were parastin.”

Divê jin pêşengî ji parastina xwezayê re bikin

Sara Botan da zanîn ku jin û xweza yek in ji ber vê bi taybetî divê jin pêşengî ji ekolojiyê re bikin û ev tişt anî ziman: “Bi taybetî divê jin xwedî lê derkeve û pêşengtî ji vî tiştî re bike, ji ber jin û xweza yek in, dema xweza tê gotin jin tê bîra mirov dema jin tê gotin xweza tê bîra mirov. Pêwîst e jinên ciwan pêşengî ji yekbûna jin û xwezayê re bike.”

Lîza Xêrî ya ku beşdarî semînerê bûbû wiha nêrînên xwe anî ziman: “Em wek jinên ciwan li ser girîngî û wateya ekolojiyê semînek da jinan. Em ê wek jin pêşengî ji civakê re bikin û em ê bi xwe bikevin nava kar. Jin û xweza bi hev re girêdayî ne, ji ber vê yê xwedî li xwezayê derkeve jin in.”