Ji jinên Şirnexê banga ‘Qanûna Kokdar’: Divê aştî bi qanûnî bê mîsogerkirin
Jinên Şirnexê ji bo garantiya qanûnî ya mayîndebûna pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ daxwaza derxistina ‘Qanûna Kokdar’ kirin. Jinan diyar kirin ku gavên ber bi demokratîkbûnê û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, şertên pêşîn ên aştiyê ne.
EKÎN STÊRK
Şirnex – Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ket sala xwe ya duyem. Jinên Şirnexê bertek nîşanî neavêtina gavên şêber ên qanûnî dan. Jinan xwestin ku ji bo mayîndebûna pêvajoyê û gihîştina bingehek hiqûqî, demek ji ya din zûtir ‘Qanûna Kokdar’ ji Meclîsê derbas bibe. Jinan tekez kirin ku aştiya mayînde tenê bi gavên ber bi demokratîkbûnê û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mimkûn e.
Daxwazên sereke
Dema pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikeve sala xwe ya duyemîn, di raya giştî de rexneyên li ser nebûna gavên qanûnî û siyasî yên berbiçav her ku diçe zêde dibin. Di aliyê rûniştandina bingeha mayînde ji bo pêvajoyê, sererastkirina ‘Qanûna Kokdar’ ku wek yek ji mijarên herî krîtîk tê dîtin, carek din bûye mijara rojeva Meclîsê. Daxwaza sererastkirina qanûnî ya ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û hiqûqî mîsoger bike, bi salan e tê ziman. Ev daxwaz îro jî yek ji mijarên herî bingehîn ên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Derdorên siyasî yên demokratîk diyar dikin ku divê sererastkirina ku bê amadekirin tenê bi guhertineke qanûnî ya teknîkî re sînordar nemîne. Sererastkirina mijara gotinê, dê bêhiqûqiyên pêvajoya pevçûnê ava kiriye baş bike, dê rêgeza wekheviya welatîbûnê bi hêz bike, dê pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin û maf û azadiyên bingehîn garantî bike û divê bibe destpêka veguherîna demokratîk a berfireh.
Hevdîtinên di navbera partiyên siyasî de didome, li kêleka wê nîqaşên li ser çarçove û naveroka sererastkirinê ku di raya giştî de wek ‘Qanûna Kokdar’ tê binavkirin, didome. Di vê çarçoveyê de jinên Şirnexê derbarê pêvajoyê û yasaya kokdar de, ji ajansa me re axivîn.
‘Daxwaza me ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêbertiye’

Hevseroka navçeya Cîzîra DEM Partiyê Filîz Acu bi bîr xist ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ev 2 sal in destpê kiriye û wiha got: “Lê îro dema ku em dinêrin, ne ji bo pêvajoyê û ne jî ji bo qanûnan gavên berbiçav nehatine avêtin. Ji ber vê yekê, li gel vê pêvajoya ku ev du sale despê kirî, gelê Kurd ji bo civaka demokratîk û aştiyê li hemû aliyên dinyayê rabûne ser lingan û daxwazên xwe tînin ziman. Wek gelê Kurd, daxwaza me ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Dema ku azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan were mîsogerkirin, pêvajoya civaka demokratîk dê bi serkeftî were avakirin. Îro, em dixwazin hemû girtiyên li girtîgehan û hemû kesê li çiyayan li vir be. Em dixwazin li Kurdistanê bi wan re siyasetê bikin. Lê ji bo ev pêk bê, divê qanûna pêwîst di zûtirîn demê de bê derxistin.”
‘Gelê rêxistinkirî her tim qezenc dike’
Filîz Acu diyar kir ku Kurdan di vê pêvajoyê de berpirsyartiya ku dikeve ser milê wan, bê kêmanî bi cih aniye û wiha got: “Lê gava em îro li dewletê dinhêrin, wan tu gavek şênber neavêtine. Her ku diçe pêvajoyê hîn dirêjtir dikin. Gelê Kurd mijûl dikin. Ev tu caran nayê qebûlkirin. Gelê Kurd bi van nêzîkatiyan nayê xapandin. Ji ber ew di ferqa her tiştî de ne. Em li dijî bêdengiya desthilatê dengê xwe bilind dikin. Divê dewlet ji niha û pê ve gavên şênber bavêje. Li gel avêtina gavên şênber ancax dê bawerî di gelê Kurd de çêbibe. Ji bo avakirina Kurdistanek azad, divê gelê Kurd her deqe û her saniye xwe birêxistin bike. Gelê rêxistinkirî her tim qezenc dike. Dema ku em li welatên din dinhêrin, mînakên vê yekê hene.”
‘Em aştiyê bi hev re ava bikin’

Hevseroka navçeya Cizirî ya DBP’ê Aynûr Elçîoglu, da zanîn ku gelê Kurd ji destpêka pêvajoyê ve hemû gavên pêwîst avêtine, lê tevî ku pêvajo ev du sal e dest pê kiriye jî, tiştek berbiçav nehatiye bidestxistin. Aynûr Elçîoglu anî ziman ku bi taybetî dayîk aştiyê dixwazin û wiha got: “Ji ber bi salan e dilê dayîkan dişewite. Zarokên wan jiyana xwe ji dest dane. Dayîk êdî naxwazin xwîn birije. Dixwazin şer raweste. Tevî dilê wan ewqas dişewite, dayîkan qet dev ji daxwaza xwe ya aştiyê bernedane. Dem li aliyek din em mêze dikin, me qet nebihîstiye ku dayîkên Tirk li ser televîzyonan daxwaza aştiyê dikin û ew nabin bersiva pêvajoyê. Li vê derê em bang li wan dikin: xwedî li pêvajoyê derkevin û werin em bi hev re aştiyê ava bikin.”
‘Bila azadiya fîzîkî bê mîsogerkirin’
Aynûr Elçîoglû da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd hîn jî li Girava Îmraliyê girtî ye û di bin tecrîdê de ye û wiha domand: “Di vê pêvajoya ku ev du sal e dest pê kir de, Rêbertî hîn jî girtî ye û azadiya wî ya fizîkî nehatiye mîsogerkirin. Girtiyên di girtîgehan de hîn jî nehatine berdan. Hê daxwazên me yên ji bo zimanê dayîkê û hemwelatîbûna wekhev nehatine bicîhanîn. Li aliyê din, di civînên gel ên ku em li dar dixin de, daxwaza gel azadiya fizîkî ye. Ji ber ger azadiya fizîkî were mîsogerkirin, dê daxwazên me yên din bên bicîhanîn. Ji ber vê, Kurdan ewqas gav avêtine jî, hikûmetê hîn jî gavek berbiçav neavêtiye. Wek gelê Kurd, em dixwazin nasnameya me, zimanê me û hebûna me were naskirin. Em aştî û jiyaneke azad bi hev re dixwazin. Berî her tiştî, divê azadiya fizîkî ya Rêberê me bê mîsogerkirin.”
‘Em ne terorîst in, em Kurd in’
Aynûr Elçîoglû bal kişand ser ‘Qanûna Kokdar’ û diyar kir ku divê qanûn di zûtirîn demê de bikeve meriyetê. Aynur Elçîoglû, destnîşan kir ku bi pêkanîna Qanûna Kokdar re dê gelek tişt biqewimin û wiha got: “Ger qanûnek rast û pêwîst bê derxistin, ew ê ji bo pêvajoyê girîng be. Ji ber ku gelê Kurd bi hêvî li benda derxistina vê qanûnê ye. Lê her tim paş ve dixin. Ji ber em Kurd in, em wek ‘terorîst’ têne nîşandan. Em vê yekê jî qebûl nakin. Em naxwazin êdî peyva ‘teror’ li Meclîsê yan li deverek din were bikaranîn. Ji ber em ne terorîst in, em Kurd in. Banga min ji bo gelê Kurd ev e; werin em piştgiriyê bidin vê pêvajoya ku ji hêla Rêbertî ve hatiye destpêkirin û ji pêvajoyê re bibin bersiv.”
‘Bila dilê dayîkan neşewite’

Saniye Danerî, dayîka Lokman Danerî ku 40 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û 16 sal in di girtîgehê de ye. Saniye, got ku bi destpêkirina vê pêvajoyê re di dilê wan de çirûskek hêviyê derketiye holê û wiha got: “Di hundirê me de hêviyek heye, lê ne li dijî dewletê ye. Ji ber dewletê di vê pêvajoyê de ti gav neavêtiye. Weke ku ew bi me lîstikan dilîzin. Lê em, gelê Kurd, hêviyên me hene. Em dixwazin aştî bê mîsogerkirin û deriyên girtîgehan bê vekirin. Bila êdî dilê dayîkan neşewite. Em ji xwe bawer dikin, em ji desthilatê bawer nakin. Çavên me dayîkan bi hêvî li deriyên girtîgehan e. Divê ev qanûn li Meclîsê derbas bibe. Ev pêvajo ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo hemû gelan e. Ji ber vê, divê her kes destê xwe bixwe bin kevir. Ev du sal in em li benda pêkanîna aştiyê ne, lê hikûmet ti gavan navêje. Ev nayê qebûlkirin. Em dixwazin Kurdistanek azad were avakirin. Ji bo vê, divê em mil bidin hev.”