Ji jinên Şengalê ji bo hilbijartinê bang: Dengê xwe bidin xwe

Jinên Şengalê bang li pêkhateyên Şengalê kirin ku hilbijartinên di 18’ê Kanûnê çêbibin de dengê xwe ji bo pêşerojek xweser û wekhev bi kar bînin û bidin namzedên xwe.

HÊVÎDAR ŞANGALÎ

Şengal-Li Iraqê dê 18’ê Kanûnê hilbijartina Encûmenên Parêzgehan pêk werin. Rêveberiya Xweser a Şengalê û Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) jî li gel Yekitiya Nîştimanên Kurdistanê (YNK) û Partiya Refe li Mûsilê, bi navê  hevpeymana Yekîtiya Gelê Nînovayê tevl hilbijartinan dibe. Rêveberiya Xweser a Şengalê  û PADÊ wê bi 4 namzedan beşdarî hilbijartina encûmena parêzgeha Mûsilê bibin.

Ji 1’ê Mijdarê ve propagandaya ji bo hilbijartinan dest pê kiriye. Jinên Şengalê jî girîngiya hilbijartinê nirxandin û gotin: “Serkeftina hilbijartinan jî yek ji wan riyan e ku civaka me bigihîje daxwazên xwe lê ji bo wê divê ku her kes dengê xwe bide kesên dilsozên civak û axa xwe.”

‘Dengê xwe bidin dilsozên civaka xwe’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Wedha Reşo behsa girîngiya dengan kir û got: “Em bang li civaka xwe dikin ku her çar namzedên Rêveberiya me ya Xweser û PADÊ’ê nîsan dane dengê xwe bidin wan. Ji ber ku namzedên me li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde kirine. Ji fermanê ve heya niha ji bo xizmeta gelê xwe kar û xebat dane meşandin û ji bo sazkirina wekhevî û aramiya pêkhateyên Şengalê wê kar û xebatên xwe bikin.”

Wetha Reşo di dawiya gotinên xwe de got  ku divê bi dengê xwe bersiva dijmin û xêrnexwazên civaka xwe bidin.

‘Bi dengê xwe li xwe xwedî derbikevin’

Hevseroka Meclisa Gel a Dugurê Nazê Şengalî jî di destpêka gotinên xwe de got ku xwedî derketina li dengên xwe xwedî derketina li êşa fermanê û xweseriya Şengalê ye û wiha pêde çû: “Em dixwazin gelê me li xwe û Şengala xwe xwedî derbikeve namzedên me zarokên me ne di rojên zor û zehmet de her dem bi civaka xwe re bûne divê ji bo pêşeroja xwe bifikirin dengê xwe nedin kesên ku ketine bin bandora siyaseta ku qetla me erê dike. Ji bo wê divê em dengê xwe bidin her çar namzedên xwe.” 

‘Divê em ji bo xwe biçin parlamentoyê’

Nazê Şengalî di dawiya gotinên xwe de jî wiha got: “Rast e parlamenterên Êzidî hene lê ew ne ji bo civaka xwe ne, ji bo partiyên filan û bêvan kar dikin. Em dixwazin mirovên dilsozên gelê xwe mirovên ku ji bo feydeya civaka xwe xebat bidin meşandin bi ser bikevin û di parlamentoyê de temsîla civaka me bikin.”