Ji jinan bang: Em xwe radestî tarîtiyê nekin

Jinan bal kişandin ser tûra duyemîn a hilbijartinên serokomariyê û bi gotinên: “Em ji bo jiyana xwe û gelê xwe paşve gav navêjin, em ê teslîmê desthilatdariya ku temenê xwe bi xirabiyan dirêj dike nebin” bang li her kesê kirin ku dengê xwe bidin.

Navenda Nûçeyan- Banga ji bo hilbijartinê ya ku ji aliyê Tevgera Femînîst a Çep ve hat amadekirin, gelek akademîsyen, muzîsyen, lîstikvan, hiqûqnas û rojnameger jî di nav de bi dehan jinan diyar kirin ku ew ê di tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê de ji tarîtiyê derkevin ronahiyê.

Di belavoka ku bi sernavê "Em li vir in, teslîmê tarîtiyê nabin" ji bo îmzayê hat vekirin de wiha hat gotin: "Welatekî ku em lê bê tirs, wekhev, azad û laîk bijîn mafê me hemûyan e, em bi hev re vî welatî ava bikin. Rabin em hemû jin li dijî rejîma yekmirovî dengê xwe bidin û xwedî li dengê xwe derbikevin."

 ‘Em ê teslîm nebin’

Di belavokê bal hat kişandin ser hilbijartina serokomariyê ya di 28’ê Gulanê de were lidarxistin, Peymana Stenbolê û ev hat gotin:

"Di şevekê de Peymana Stenbolê ji meriyetê hat rakirin. Niha jî çav berdane zagona medenî ya bi hejmara 6284’an, tifaqeke ku li ser dijminahiya jinan xwe ava kiriye heye. Li dijî vê zîhniyeta ku îstîsmarkirina zarokan meşrû dibîne, hêrs, têkoşîn û berxwedana jinan mezintir dibe. Em ji bo jiyana xwe û gelê xwe li ba hev in, em dest ji têkoşînê bernadin, teslîmê desthilatdariya xirabiyan nabin.”

 Ji bo dengdanê bang hat kirin

Ji bo tûra duyemîn a hilbijartinê ev bang hat kirin: “Ji bo guhertina rejîma yekmirovî divê hemû kes dengê xwe bidin. Em dizanin dema ku jin rizgar bibin welat rizgar dibe, pêşeroj ronî dibe, hemû civak rizgar dibe. Em hesab ji kesên ku me xemgîn kirine bipirsin, vê tarîtiyê bi hev re têk bibin. Mafê me heye em li welatekî azad, wekhev bijîn, em bi hev re vî welatî ava bikin. Rabin! Em hemû jin êdî dawî li zîhniyeta yekmirovî bînin. Em bang dikin, ji bo vê yekê hemû kes dengê xwe bidin û xwedî li dengan derbikevin.