Ji Helbestvan Ferzane Ferehbed tu agahî nayê girtin

Ev 40 roj in ji helbestavan û pêşkêşvan Ferzane Ferehbed ji Sebzewarê û hevjînê wê çalakvanê sendîkayê Elîreza Şayegan girtî ne. Agahiyek zelal li ser doza wan nayê parvekirin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên ku ji aliyê çavkaniyên mafên mirovan ve hatine weşandin, helbestvan û pêşkêşvana jin ya ku ji Sabzewarê Ferzaneh Farehbed û hevjînê xwe  Elîreza Şayegan (Elîabadî), çalakvanê sendîkayan û perwerdekarê rêxistinên alîkariyê ji bo zarokên bê dê (sêwî) ji 25’ê Nîsanê ve hatine girtin.

‘Hê jî tu agahiyek zelal ji her duyan nayê girtin’

Li gorî agahiyan, helbestvan û hevjînê xwe bi tohmetên girêdayî hebûna wan a li navenda bajêr di şeva 28’ê Sibatê de hatine binçavkirin. Lê belê, malbat û xizmên wan diyar kirin ku zêdetirî mehek û nîv piştî girtinê, hê jî agahiyek zelal li ser pêşveçûna dozê û pêvajoya qanûnî ya derbarê wan de wernegirtiye.

‘Bi buhaneya tedbîrên welehî û teknîkî ji girtîgehê hatin veguhastin’

Li gorî raporan, piştî ku demekê li girtîgeha Şebzevarê hatin girtin ji ber tedbîrên ewlehî û teknîkî, her du ji girtîgeha Torbat Heydariyeyê hatin veguhastin.

‘Doza her du girtiyan ji ber tedbîran nayê şopandin’

Çavkaniyan diyar kirin ku ev yek di hevdîtin û şopandina rewşa her du girtiyan de pirsgirêk û zehmetiyên cuda derxistiye holê û malbatên wan nikarin doza wan bişopînin.

Derbarê rewşa yasayî ya Sabzewarê Ferzaneh Farehbed û hevjînê wê Elîreza Şayegan (Elîabadî), de hêj tu daxuyaniyek fermî ji aliyê rayedarên pêwendîdar ve nehatiye dayîn.