Ji girtiyên jin re kartên 8’ê Adarê hat şandin

Tevgera Jinên Azad û Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanê ji bo girtiyên jin kart şandin.

Navenda Nûçeyan – Li gel berdewamkirina xebatên ji bo 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya plansaziya xwe ya 8’ê Adarê de ji girtiyên jin re kart şandin. 

Li Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Silopî, Hezex, Elkê û Qilebanê ji bo girtiyan kart nivisîn û ji şaxên postexaneyê  (PTT)  yên navçeyan şandin. Bernameya Jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû. 

Li Sêrtê jî TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya bajêrê Sêrtê ji bo girtiyên jin bi minasebeta 8’ê Adarê qert nivisîn û bi rêya postexaneyê (PTT) şandin.