Ji gerîlayên HPJ’ê bîranîna salvegera 4’emîn a şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’
Bi boneya salvegera 4’emîn a şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’, ji aliyê gêrîlayên HPJ’ê ve nemirên azadiyê û tevahî cangoriyên serhildanê bi merasîmeke leşkerî hatin bibîranîn.
Navenda Nûçeyan – Serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ di 16’ê Îlona 2022’an de piştî kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya ji bajarê Seqiza Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiribû. Jîna Emînî ya ku ji aliyê polîsên ‘exlaqî’ yên Îranê ve dema bi malbata xwe re li Tehranê digeriya bi hinceta ‘hicabê’ hatibû binçavkirin, bi îşkenceyê hat qetilkirin. Piştî wê bûyerê li her derê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildan çêbûn. Heta niha jî di nava Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ruhê şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ di nava kolan û bajaran de didome û şoreş çar sal li dû xwe dihêle.
Bi boneya salvegera 4’emîn, gerîlayên Hêza Parastina Jinê ya Rojhilatê Kurdistanê HPJ'ê, cangoriyên azadiyê û tevahî nemirên şoreşê bi merasîmekê bi bîr anîn. Li ber postera Jîna Emînî, ji ber ku di 22 saliya xwe de ji aliyê polîsên ‘exlaqî’ ve hatibû qetilkirin, 22 find pêxistin. Piştre gerîlayan bi meşaleyan dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ nivîsîn û bi yek dengî ew dirûşm berz kirin.
‘Em soza bilindkirina têkoşînê didin’
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtina ji bo giyana cangoriyên şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ û tevahî nemirên azadiyê dest pê kir. Piştre li ser girîngî û wateya serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’, xweparastin û xwerêxistinkirina jinan, Fermandara HPJ’ê Rojîn Fesîh axivî. Fermandar Rojîn diyar kir ku şoreş ji bo tevahî jinên cîhanê bûye mîrateyek û wiha domand: “Her jinek li ku dibe bila bibe, pêwîst e xwe bi rêxistin bike. Tenê bi xwe-rêxistinkirinê re nirxên ku hatine avakirin dikarin bên parastin. Di kesayeta Jîna Emînî û Şilêr Resûlî de em hemû şehîd û cangoriyên şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ bi minet bi bîr tînin. Her wiha ji malbatên şehîdan re jî sersaxiyê dixwazin. Di heman demê de di nava serhildanê de gelek keç û xortên ciwan hatin şehîdkirin, em wan hemûyan bi bîr tînin. Em jinên têkoşer û bi taybet girtiyên jin ên siyasî wekî Zeyneb Celaliyan, Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî ku bi hêz û îradeyeke azad li ber pergala rejîma Îranê li ber xwe didin silav dikin û soza bilindkirina têkoşînê didin.”
‘Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ne şoreşeke demkî ye’
Rojîn Fesîh bal kişand ser wateya serhildana ku di pêşengiya Jîna Emînî de dest pê kiriye û diyar kir ku wê şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ her dem wekî stêrkekê li ezmanan biçirise. Rojîn Fesîh destnîşan kir ku şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ zindî ye, têkoşîna wê heta roja îro didome û wiha pê de çû: “Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ne şoreşeke demkî ye û ne jî sembolek e ku di her salvegerê de tenê bê pîrozkirin. Ev serhildan ji vê yekê wêdetir e. Ew her dem û her gav derfetê dide gelan ku civakeke demokratîk biafirînin. Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ felsefeya jiyanê, felsefeya demokrasî û felsefeya gelê azadîxwaz e ku hemû netewe dikarin di nav de xwe bibînin û pênase bikin. Ji sala 2022’an û heta îro her dem meşeleya şoreşa jinê geş û zindî bû. Li hember zor, zilm, bêedaletî û qirkirinê ev şoreş berdewam e û têkoşîna wê tê dayîn. Bi taybet ji bo jinên Kurd û yên Rojhilatê Kurdistanê şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ xwedî cihekî taybet e. Ji ber ku jinan ji bo maf û azadiya xwe canê xwe kirin berdêl û têkoşîn meşandin. Ji bo vê yekê ew şoreş li Rojhilatê Kurdistanê bi deng û rengê jinê dest pê kir û belavî hemû bajarên Îran û cîhanê bû. Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ bi belavbûna xwe re gerdûnî bû.”
‘Ev dewlet dijminê giyanê jinê ye, dijminê azadiya jinê ye’
Rojîn Fesîh di dirêjahiya gotinên xwe de bal kişand ser êrîşên Rejîma Îranê yên li ser civakê û jinan. Fermandar Rojîn diyar kir ku kiryarên rejîmê lewaziya wê nîşan didin û wiha dewam kir: “Ji roja ku serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ dest pê kiriye û heta roja îro, rejîma Îranê li ser tevahî civakê şerê taybet, zext, êşkence û zordariyê bê navber dimeşîne. Her dewleteke ku li ser civaka xwe zilm û zordariyê bike, ev yek hêza wê nîşan nade, berevajî wê lewaziya wê nîşan dide. Rejîma Îranê her roja ku derbas dibe darvekirinan zêde dike. Civakê birçî dihêle û hemû kiryarên li derveyî mirovahiyê li ser civakê dide meşandin. Mînaka wê yekê me dît; dayîka 75 salî çawa bi malbata xwe re di nava erebeyê de ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin. Bi vê yekê diyar dibe ku ew çiqas tîniyê xwîna gelan û jinan e. Ev dewlet dijminê giyanê jinê ye, dijminê azadiya jinê ye. Ev dewlet civakeke ku hemû gelan di nava xwe de kom bike û bi rengê neteweya demokratîk jiyan bike qebûl nake.”
‘Her jinek li ku dibe bila bibe pêwîst e xwe bi rêxistin bike’
Fermandara HPJ’ê Rojîn Fesîh di nav axaftinên xwe de diyar kir ku her jinek li ku dibe bila bibe pêwîst e bi rêxistinbûna xwe hebûna xwe biparêze û li destkeftiyên xwe xwedî derkeve. Wê wiha domand: “Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ tenê bi beşeke jinan re sînordar nema; jinên Kurd, Faris, Belûc û Ereb di nav de cihê xwe girtin, pêşengtiyê kirin û bedêl dan. Ji bo vê jî pêwîst e nirxên şoreşê û destkeftiyên ku derketine holê werin parastin. Her jinek li ku dibe bila bibe pêwîst e xwe bi rêxistin bike. Tenê bi xwerêxistinkirinê re nirxên ku hatine avakirin dikarin werin parastin; kes an civaka bêrêxistin bêguman nikare destkeftiyên xwe biparêze. Hem di milê siyasî de, hem di milê fikirî, aborî û hiqûqî de, di hemû qadan de pêwîst e jin yekîtiya xwe ava bikin û mafên xwe biparêzin.”
‘Îsal bi hev re, bi yek dengî kom bibin’
Fermandar Rojîn bi bîr xist ku bi hezaran sal in bi hişmendiya baviksalarî şêwe di civakê de hatine avakirin û wiha bidawî kir: “Lê belê civak gihîştiye asteke wisa ku ew aqilê zayendperest ê desthilatdariyê ku li ser jinê tê meşandin red dike. Ji her tiştî zêdetir di vê demê de yekgirtin û xwerêxistinkirina jinan pir girîng e. Bi vî awayî jin dikarin destkeftiyên xwe biparêzin. Jin eger bikaribin bighên asta zanist û xwerêxistinkirinê, ti êrîş nikare wan têk bibe. Di dawiyê de, li ser meyl û dirûşmeya 'Îsal bi hev re, bi yek dengî kom bibin', em bikaribin destkeftî û civaka xwe biparêzin û civakeke azad û demokratîk ava bikin. Em wekî Hêza Parastina Jinê ya Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) careke din şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ silav dikin û dibêjin: ‘Bijî Rêber Apo, Şehîd Namirin’.”
‘Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ji tevahî jin û neteweyên din re mînak e’
Di berdewama merasîmê de, yek ji gêrîlayên HPJ'ê Aryen Arê jî li ser salvegera şoreşê axivî û destnîşan kir ku ev 4’emîn salvegera şoreşa 'Jin Jiyan Azadî' ye. Aryen Arê anî ziman ku bi rêz û hurmet li beramberî giyana hemû nemirên ku di rêya azadî û şoreşê de canê xwe feda kirine bejna xwe ditewînin û wiha axivî: “Şehadeta Jîna Emînî bû wesîle ku hemû netewe û pêkhate bên cem hev û li hemberî rejîma dagirker bibin yekdeng. Wekî Hêzên Parastina Jinê yên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ), ez bang li tevahî jinên Kurd, Faris, Belûc û jinên hemû pêkhateyên din dikim ku yekîtiya xwe û hêza xwe bikin yek û xurt bikin; heta ku em bikaribin rejîma îslamî ya Îranê ya ku bi hişmendiya mêrsalarî hatibe avakirin hilweşînin. Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ji tevahî jin û neteweyên din re mînak e. Em yekîtî û hevgirtina jinan a li Îranê û welatên din pir hêja û pîroz dibînin. Pêwîst e tevahî jin yekîtî û hevgirtina xwe geş û zêde bikin.”