Ji gelê Belûcê kesek din hat darvekirin

Di rojên dawî de li dijî gelê Belûcê darvekirinên bipergalî didomîn. Cezayê darvekirinê yê Elias Raîsî jî hat pêkanîn û dosyayên du xwepêşanderên ku cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn jî ji bo temyîzê ji dadgehê re hatin şandin.

Navenda Nûçeyan – Hikûmeta Îranê ji bo tepisandina civakê bikaranîna cezayê darvekirinê didomîne. Di nava 120 rojan de 81 welatiyên Belûcê hatin darvekirin. Çavkaniyên mafên mirovan ên Belûcê ku der barê mijarê de daxuyanî da, ragihand ku 81 kesên ku li girtîgehên cuda yên Îranê tên ragirtin "bi sûcdariyên sexte hatine darvekirin."

Bi sûcdariyên bêbingeh hat darvekirin

Hikûmeta Îranê herî dawî Abdulla Şahouzî yê 35 salî ku zarokek wî ya biçûk hebû darve kirîbû. Piştî vê darvekirinê, Elias Raîsî yê 28 salî ku cezayê darvekirinê lê hatibû dayîn, piştî ku 7 rojan girtî ma, îro hat darvekirin. Elias Raîsî ku di hucreya yekkesî ya Girtîgeha Navendî ya Zahîdanê de dihat ragirtin, di hevdîtina dawî ya bi malbata xwe re pêkanî de diyar kir ku rastî sûcdariyên bipergalî û bêbingeh tê.

Darvekirina 2 kesan li temyîzê ye

Ajansên nûçeyan ên herêmî yên girêdayî hikûmeta Îranê, nivîsandin ku serlêdan temyizê ya du xwepêşanderên binavê Saman Yasîn û Mihemed Qabadlou ku cezayê darvekirinê li wan hatibû dayîn, hatiye qebûlkirin.