Ji gelê Şengalê ji bo heremên erdehejê banga yekîtiyê
Saziya Malbatên Şehîdan û Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, banga alîkariyê û yekîtiyê li civaka Êzidî kir.

Navenda Nûçeyan - Ji Saziya Malbatên Şehîdan û Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, der barê erdehejê de daxuyaniyek nivîski dan û banga yekitiyê kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gitin: “Em dibînin ku gelê me rastî karesatekê hatiye û em di rojên giran û bi êş re derbas dibin. Em bi navê gelê Şengalê sersaxiya ji tevahiya gelê xwe re dixwazin û şîfaya xêrê ji hemû birîdaran re dixwazin. Em bang li tevahiya civaka Êzidî li her derê û dostên xwe dikin, her kes li gor derfetên xwe bibe alîkar ji bo mexdûran.”