Ji feramana 74’an ber bi doza nasname û dadweriyê ve -1
Dayê Sarê di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi hemû malbata xwe ve dikeve destê DAIŞ’ê. Ji malbata wê 11 kes bi destê DAIŞ’ê tên kuştin, nêzî 20 windahiyên wan hene. Dayê Sarê hê jî li benda hestiyên miriyên xwe ye.
’Ji malbata min 11 kesan ji me cuda kirin da ku bikujin’
CÎHAN ZEMO / GULÎSTAN EZÎZ
Şengal – Bîne bîra xwe! Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a li ser civaka Êzîdî de bi hezaran kes hatin kuştin. Bi hezaran mirov tên kuştin û di gelek gorên komî ku heta niha jî nehatine vekirin de, hatin veşartin. Bîne bîra xwe! Nêzî 400 hezar Êzîdî ware xwe yê pîroz terikandin û ber bi zeman û mekanên nediyar ve çûn. 400 hezar mirov… Bîne bîra xwe! DAIŞ bi hezaran keç û jinên Êzîdî dîl girt, destdirêjî kir, di bazaran de kirî û firot. Şengal kirin kavil. Kevir li ser keviran nehiştin.
Em rast nav lê bikin; di sala 2014’an de bi destê DAIŞ’ê jenosîd ku tê wateya tunekirina sîstematîk û bi zanebûn a komeke etnîk, neteweyî, olî an jî siyasî, li ser Êzîdiyan hat kirin. Xwestin Êzdayetiyê ji holê rakin.
Dayê Sarê bi 74 Êzidiyan re tê girtin
Yên ku Şengalê nas dikin, dizanin havîna wê çiqas dijwar e. Tu dibêjî qey di dinyayê de noqteya herî nêzî rojê Şengal e. Di kelegerma havîna Şengalê de em jî ketin pey çîrokên dayîk, jin, kal û zarokan. Zahmet e peydakirina wan çîrokan. Li her derê ne, lê ne li tu derî ne. Ji ber gelek ji wan naxwazin biaxivin. Kî dizane? Naxwazin birîna ku bi zor hevdû girtiye carek din xwînî bibe. Lê hinek jî dizanin jibîrkirin derî vekirina li fermanên nû ye. Diaxivin. Em bi derziyê bîrê dikolin.
Dayê Sarê nizane emrê wê çend e. Dibêje di navbera 70-80’yî de me. Bi hemû malbata xwe ve dikeve destê DAIŞ’ê. Roja 3’ê Tebaxa 2014’an dibe roja tûnebûna malbateke Êzidî. Bi 74 kesên malbat, xizm ve tên girtin. Niha derdora wê hema hema vala ye. Bi hevjînê xwe yê pîr û neviyê xwe re li Tilîzêr bi tena serê xwe dijî. Cîran li wan xwedî derketine.
’Ji malbata min 11 kesan ji me cuda kirin da ku bikujin’
Wê rojê li Tilîzêr jiyana xwe ya asayî didomînin. Nas agahî didin, dibêjin, DAIŞ hatiye. Ew jî di 8’ê sibê de diçin Kora Evdo ya ku diviyabû bibe ciyê xilasiyê, ji wan re dibe ciyê ku jiyana wan lê serobino bûye. Kurê wê, 4 neviyên wê, birayê wê yê mezin û 3 kurê birayên wê, birayek wê yî din û hevjîna wî û keç, kur û neviyên wî... wekî din jî gelek xizm û nas... Êdî wê tiştek wek berê nebe. Werin em ji devê Dayê Sarê guhdar bikin çîroka wê ya bêyom: “Piştî ku me girtin, me birin Sîbayê, ji wir jî birin Şengalê. Li Şengalê ji malbata min 11 kesan ji me cuda kirin da ku bikujin. Tenê zarokên temen biçûk bi me re hiştin. Piştî wê jî me birin Tilefer û ji wir jî birin Badûşê.”
’Em hîn li benda hestiyên xwe ne!’
Dayê Sarê dibêje “Kurê min Xelef û kurê wî yê mezin kuştin, me xêr û xêratê wan dan” û wiha didomîne: “Ji malbata me 11 kes kuştin, bira û biraziyên min û zarokên min. Dema me li Kora Evdo girtin wan birin Şengalê û kuştin. Hestiyên her sêyan birine Bexdayê. Ev 6 sal in hîn hestiyên me nedane me. Em hîn li benda hestiyên xwe ne. Mala me mîrate kirin. Sê neviyên min jî kuştin û avêtine bîra gundê Enter ku li jêra Tileferê ye.”
Li gor vegotinên Dayê Sarê li Badûşê bi jin û zarokan ve hezar kes bûne. Ji ber lêdana balafiran her roj berê wan dane ciyek din. Dayê Sarê salekê, neviyê wê Xeyrî jî 5 salan di destê DAIŞ’ê de dimînin.
Dayê dibêje: “Di nav vê salê de min li gelek deran gerandin, Tilefêr, Badûş, Kesermahrep gundekî Ereban ku hatibû vala kirin. Me li gelek gundan gerandin. Herî dawî me birin gundê Şîayan. Gundiyan her tiştê xwe di cih de hiştibûn û reviyabûn. Em ketin wan malan.”
‘Keziyên me weke kevir bûbûn, şeh tê re nediçû’
Di wan rojên havînê de av tunebûye, dema çûne wî gundî. Dayê Sarê diyar dike ku keziyên wan bûne mîna kevir, şeh tê re nediçûn û wiha didomîne: “Ew keziyên ku li ba Êzidiyan qedr û qîmeteke wê ya zêde heye. Êzidiyên ku xwestin ji destê wan birevin, hatin kuştin û avêtin bîran.“ Dayê Sarê şahida herî mezin a wan roja ye, dîtiye ku çawa keç û jinên Êzidî ji bo xwe hildibijartin, dibirin. Dibêje: “Jinên ciwan, dayîkên ciwan ku hinek jê bi zarok bû jî ji xwe re birin. Weke malê talanê nêzî me dibûn.”
Piştî salekê vegera Dayê Sarê ya ser axa Şengalê
Piştî salekê DAIŞ kesên temen mezin û astengdar berdide. Dayê Sarê jî di nav wan gruban de li Tileferê tê berdan. Destpêkê diçe Laleşê. Piştre berê xwe dide kampan. Li wê derê salekê dimîne û carek din vedigere ser axa Şengalê ya pîroz, Tilîzêr.
Dema mirov li dayê guhdar dike bêhemdî ji xwe pirs dike, dayê çawa kariye wisa li ser lingan bimîne? Çawa kariye dilê xwe li hember êşên heyî biparêze? Yan jî gelo parastiye? Di kurahiya dil û mêjiyê xwe de çi jiyan dike? Ya ku em dibînin ji sedî yek cemeda di nav zeryayan de ye. Ji sedî 99’ê wê veşartî ye, naxwaze kes bibîne.
Daxwaza wê ew e ku qet nebe ew windahiyên wan werin dîtin. Sax yan jî mirî. Ev jî erka hikûmeta federal a Iraqê ye ku divê jenosîda li ser Êzîdiyan nas bike, nasname û baweriya wan nas bike û aqûbeta van qurbaniyan zelal bike.
Wê berdewam bike...