Ji Enqereyê banga ji bo 8’ê Adarê

Ji aliyê Platforma Jinan a Enqereyê ve hat diyarkirin ku dê 8’ê Adarê li Qada Sakaryayê jin werin ba hev û banga: “Bi coş û serhildêriya xwe em ê li kolanan vê rojê pêşwazî bikin.”

Enqera- Platform Jinan a Enqereyê, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Şaxa Enqereyê ya Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) civîna çapemeniyê li dar xist. Li salona civînê pankarta bi nivîsa “Li dijî cudakarî, xizanî, şîdeta mêr û dewletê ji bo azadiya xwe me serî hildaye” hat daliqandin.  
Li ser nave jinan Esma Çaglak axivî bi gotinên “îro şîdeta mêr û dewlet li her derê heye” bal kişand ser ku jinên rêxistinkirî yên li her derê têdikoşin, dibin hedefa şîdeta dewletê.
Esma Çaglak, da zanîn ku dê li dijî êrîş, polîtîkayên dijminahiya jinan û gotinên nefretê, transfobî û homofobiyê bi hev re têbikoşin. 
 Dê jin li Qada Sakaryayê werin ba hev
 “esmEsma Çaglak bi gotinên “me jinan hemû mafên heyî bi tekoşînê bi dest xist” axaftina xwe wiha domand: “Ji bo destkeftiyên me zêdetir bibin em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê Peymana Stenbolê bidin pratîzekirin. Em ê nehêlin ku piştgiriya jinan were darizandin! Em ê dawî li cînayetên jinan bînin! Em ê cîhaneke ku jin lê azad û wekhev bijîn ava bikin! Li her qada jiyanê; em li dijî cudakarî, xizanî, şîdeta mêr û dewletê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe ya bi rêxistinkirî bidomînin. Em bang li hemû jinan dikin ku li kolan û qadan 8’ê Adarê pêşwazî bikin. 8’ê Adarê roj Duşemê saet di 14.30 de em ê li Qada Sakaryayê werin ba hev.”