Ji Enqerê piştevaniya ji bo jinên Amedê
Platforma Jinan a Enqereyê xwest jinên li Amedê hatin binçavkirin serbest bên berdan.
Enqere - Platforma Jinan a Enqereyê derbarê 22 jinên li Amedê hatin binçavkirin de li avahiya Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) daxuyaniyek dan. Li eywana ku daxuyanî lê hat dayîn pankarta bi nivîsa "Têkoşîna jinê nikare bê astengkirin" hat daliqandin û daxuyanî ji aliyê Ebru Ozer ve hat xwendin.
Ebrû diyar kir ku komplo, binçavkirin û êrîşên li heberî jinên têkoşîna azadiya jinê didin berdewam dike û got: "Ev êrîşên li heberî Komeleya Jinan a Rosayê ku ji bo jinên mexdûrên tundiyê ne dixebite tenê ne li dijî jinên têkoşîna azadiyê didin e û di heman demê de tê wateya mudaxeleya li jiyana wan jinên ku tundî li wan hatiye kirin e. Divê îqtîdar êdî bizanibe ku bi tundiyê têkoşîna azadiya jinê nayê astengkirin û dawî li zextên li ser jinan bîne. Em dixwazin ku hevalên me yên girtî û di bin çavan de demildest serbest bên berdan."
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.