Ji Elbîstana ku dewlet ji bîr kir: Tu gotin nikare vê tofanê vebêje
Li navenda dûyemîn a erdhejê Elbîstanê ji bo însanan her tişt di kêliya erdhejê de ma. Hemwelatiyên ji Elbîstanê tiştên hatine jiyîn we ‘tofan’ binav dikin, ji bo wan dê jiyan ne wek berê be.
Mereş – 7 roj berê navend li Bazarcix û Elbîstanê dû erdhejên mezin rû dan. Erdhejên hatin jiyîn bi milyonan însan bandor kir, li Semsûr, Mereş û Elbîstanê hê bi hezaran kes di bin kavilan de ne. Li Elbîstana piştî hilweşînê têkiliyê wê bi cîhanê re qût bû û her roja derbasbûyî hinek din vala dibe dem di kêliya erdhejê de rawestiya. Li navçeya ku veguherî goristanekê mezin lorîn bilind dibe, însan hê ji vê yekê hêvî dikin ku tiştên jiyane xewnereşkek be. Gelê Elbîstanê yên dibêjin “Em hatin jibîrkirin” bê ku li pişt hezkiriyên xwe yê wenda kirine şînek jî bigrin, neçar dimînin ku welat biterikînin.
Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane û yên di bin kavilan de mane ne zelal e!
Li navçeya ku pileya germê di bin sifirê de ye, bîlançoya erdhejê hê nayê zanîn, bedenên ku her roj li cemxaneyê ango nexweşxaneyê tê danîn hin caran bê kefen tê definkirin. Li navçeya ku gelek kêm mal li ser lingan mane hat zanîn ku li gelek cihan hê xebatên lêgerîna kavilan nehatiye destpêkirin û ji bo kavilên ku xebat lê hatine destpêkirin biryara kefçe lêdanê hatiye girtin. Li navçeyê ne hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ne jî hejmara kesên di bin kavilan de ne nayê zanîn, li ser navê dewletê tiştek nayê dîtin. Li navçeya ku mirov ji aliyê dewletê ve bi êş û miriyên xwe ve hatin hiştin, bê hêvîtî û bê çaretî li ser rûyê mirovan diteyise.
Neçar dimînin ku ji navçeyê derkevin
Qiyameta ku li navçeyê tê jiyîn ne dîmenên ku em dikşînin û ne jî hevokên em li vir rêz dikin nikare vebêjin. Li navçeya ku li serê her kolanekê kavilek heye û li ser her kavilek malbatekî bi rojan e li bendê ye, morg û goristan tijî ne. Hemwelatiyên ji Elbîstanê ruxmê ku li ser erdhejê roj derbas bûn di qalkirina rewşê de zehmetiyan dijîn, hevoka hevpar a ew dibêjin “Ev çi tofan bû hat serê me” ye. Hemwelatiyên ku piştî erdhejê nikarin biçin malên xweji ber di sermayê de nikarin li konan bimînin ji navçeyê derdikevin.
Ya ku jibîr kir dewlet bû, ya bû hêvî piştevaniya gel
Li navçeya ku kerabe û av lê nîn e însan di bi cih anîna pêwistiyên xwe de jÎ zehmetiyan dijîn. Li navçeya ku xetereya nexweşiyên berbelav lê heye, ava ku ji gundan re tê dayîn jî herî ye. Ava ku bi rojan e bi awayekê ku nikare bi bikar anîn diherike nayê sererastkirin, mirov bi ava vexwarinê pêdiviyên xwe bi cih tînin. Ruxmê hewaya sar û derfetên zehmet kesên ku bi saxî ji bin kavilan tên derxistin dibin hêvî. Yek ji tiştên ku li navçeyê ji bo mirovan dibe hêvî, piştevaniya ku tê meşandin e. Li navçeya ku gel lê seferber bûye û ji gelek bajaran bi dehan dilxwaz berê xwe dane, hewl tê dayîn ku birînên gel bê kewandin. Li navçeya ku ji milekî ve hilweşîn, ji milekî ve piştevanî lê heye zehmet e mirov vebêje bê ka rojên pêş dê çawa be.
‘Ev çi tofan bû...’
Li navçeyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê pir dereng destpêkir û binpêkirinên mezin hat jiyîn. însan tiştên ku jiyane bi gotina “Em hatin jibîrkirin” kurte kirin. Li ser gotinê jinek ku me pê re hevdîtin kir, bi gotina “Ji ber ku te me jibîr nekir em spas dikin” gotina xwe bidawî kir. Ji ciwan heyanî pîr herkes vê rewşê wek tofan binav dike, di bin kavilan de hê gelek kes hene.
‘Bi hêviya ku dengek bê ez her roj li vir im’
Li navçeyê em tevî lorînên dayîkan digerin. Li ser her kavilê dayîkek ji Elbîstanê rûniştî ye û tiştên ku roja erdhejê jiyaye qal dike. Jina ku her roj bi hêviya ku dengek bê li ser kavilê disekine dibêje ku ew di erdhejê de 30 xizmên xwe wenda kiriye. Bi gotina “Navê min na lê vê derê bikşînin” navê xwe bi me re parvenekir û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di erdheja destpekê de tenê yek dû avahî hilweşiyan. Pir zêde zirara me nîn bû. Di erdheja destpekê de her kes di wê berfê de daket jêrê. Bi seatan ji ber xetereya erdheja dûyemîn li jêrê sekinîn. Paşê seatên nîvro tevî zarokên xwe êdî cemidîn û çûn mala xwe. Çi bû di wê kêliyê de bû. Wê demê êdî her kes di bin kavilan de ma. Nexwe di erdheja destpêkê de her kes li derve bû.”
‘KEsek ji bin kavilê derneket ji ber tîmên rizgarkirinê nehat’
Jina ku bal lê kişand ku yek tîmek rizgarkirinê jî nehatiye navçeyê anî ziman ku însan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Avahiya me hilweşiya lê di bin de kes nema em hemu daketibûn. Li vê avahiyê kes nema lê çûka min ma. Min her kesê derxist tenê negihiştim çûka xwe. Her roj têm vê derê, belkî dengê wê bibihîsim. Di encam de ew jî zindiyek bû. Dibe ku bi saxî derkeve.
Dewlet pir dereng giha vê derê. Tîmên lêgerînê qet nehat. Piştî 3 rojan dilxwazan hatin vir. Ji malbata min a mezin 30 kes di bin kavilan de man. Ji ber ku dereng mudaxale kirin kesek ji wan bi saxî derneketin, hemu jiyana xwe ji dest dan. Ger xebatên lêgerînê zûtir hatiban dê xilas bûban.”