Ji dayikek ji Xezayî bang: Jiyana pitikên me zêdetir nekin xeterê

“Min pitika xwe girt lê nefes nedistend. Min bi hemû hêza xwe kir qêrîn, min hewl da dengê lêdana dilê wî bibihîzim, lê dilê wî lênedida.” Bi van gotinan Sefa El Rentêsî ya Filistînî qala kêliyên windakirina zarokê xwe ya 35 rojî dike.

REFÎF ISLÎM

Xeza – Li Xezayê ku salek zêdetir e êrişên Îsraîlê li ser didomin, her jinek xwedî çîrokek e. Jinên ku xizmên xwe wenda kirin, jinên ku ruxmê êrişên dijwar barê herî giran a jiyanê hilgirtin û jinên ku zarokên xwe bi destê xwe spartin axê… Sefa El Rentêsî ya Filistînî jî ji wan jinan e. Sefa El Rentêsî ya ji ber êrişan neçar maye ku mala xwe biterikîne û li kampan bijî dema ku kampê wan di bin avê de dimîne pitikê wê ya 35 rojî ku di bin avê de dimîne û ji serma jiyana xwe ji dest dide.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Filîstînê, ji destpêka zivistana îsal de li Zîvala Xezayê 8 pitikan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dane û temenê hemûyan jî di bin yeksalî de ne.

Sefa El Rentêsî ya Filistînî qala kêliyên windakirina zarokê xwe ya 35 rojî dike.

Ji ber sermayê pitikek wê mir

Pitikê bi navê Yûsif Kelûb ku di 3’ê Kanûna par de ji ber sermaya dijwar û ava ku ket çadirên wan, jiyana xwe ji dest daye. Sefa El Rêntêsî ku dayîka Yûsif e, wiha dibêje: “Ez tu car kêliyên wê rojê ji bîr nakim. Ji ber ku çadirên me di bin avê de mabûn, min pitikê xwe danî aliyekê da ku ez biçim 3 zarokên xwe yên din jî ji avê xilas bikim. Dema ku vegeriyam gel Yûsif, min dît ku ew di nava avê de maye û hemû cilên wî şil in. Min ew ji erdê rakir, lê mixabin ji ber sermayê jiyana xwe dest dabû.”

‘Ew kêliya herî êş û dijwar bû’

Sefa El Rentêsî destnîşan kir ku ew kêliya herî bi êş a di jiyana wê de bûye û wiha got: “Ew kêliya herî bi êş û dijwar a di nav şer û pevçûnan de bû. Min pitika xwe girt, lê nefes nedistend. Min bi hemû hêza xwe kir qêrîn, min hewl da dengê lêdana dilê wî bibhîzim, lê dilê wî lênedida. Min dizanî ku ev hembêza dawî bû. Rûyê wî wek berfê bû û dest û neynokên wî reş û şîn bûn. Xwîşk û biryarên Yûsif her dipirsin çima Yûsif çû û venegeriya, wê rojekê ji me re vegere gelo? Êrîşî me dikin û zarokan dikujin ev ne bes e, hê bi ser de serma jî me dikuje. Malên me tunene ku em tê de xwe germ bikin û derfetên jiyanê ji zarokên xwe re peyda bikin.”

Bangek ji bo her kesî

Sefa El Rêntêsî diyar kir ku depresyonên hewayê li gel rûniştvanên kampan metirsiyekê ava dike û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ev depresyonên hewayî xeteriyekê li ser jiyana kampan ava dike û serma jiyana pitikan herî zêde dike xeteriyê. Banga me ji hemû rêxistinên cîhanî re heye ku cil û pêwîstiyên jiyanê ji zarok û malbatan re peyda bikin. Her wiha divê cîhên ku em koçber dibin jî baş bin da ku jiyana pitikên me zêdetir nekin xeterê. Heya ku şer jî bidawî bibe, wê êşa miletê berdewam bike. Ji ber ku ne malên wan û ne jî pêdîviyên wan mane ku debara xwe pê bikin, ji bilî van konên koçberiyê.”