Li Mexrîbê jin li ser bilindbûna rêjeya nexwendewariyê guftûgo kirin
Beşdarên civîna “Her stratejiyek ji bo kêmkirina nexwendewariyê li herêma Marakêş Asafiyê”, destnîşan kirin ku rêjeya bilindbûna pirsgirêka nexwendewariyê di nava jinan de zêdetir bûye û sedem û çareseriya wê nîqaş kirin.
RECA EL XEYRET
Mexrîb – Federesyona Hevbenda Mafên Jinan bi rêxistina “Oxfam” re li herêma Marakêş Asafî duh civînek lidar xist. Armanca civînê, pêşîgirtina pirsgirêka nexwendewariyê ku li herêmê belav bûye bû. Civîn di bin dirûşmeya “Her stratejiyek ji bo kêmkirina nexwendewariyê li herêma Marakêş Asafiyê” hat birêvebirin.
Beşdaran di civîna ku li Marakêşê hat lidarxistin de diyar kirin ku rêjeya bilindbûna pirsgirêka nexwendewariyê di nava jinan de zêdetir bûye û ji bo kêmkirina wê hewldanên hevbeş ên aktor û hevkarên cudan hewce dike. Her wiha di civînê de beşdaran bal kişandin ser rêya çareseriya vê pirsgirêkê û pêşîgirtina li vê pirsgirêkê nîqaş kirin. Beşdaran diyar kirin ku nexwendewarî jinan ji mafên wan ên bingehîn bêpar dike, nahêle beşdarî jiyana giştî bibin, nikarin biryarên ku bandorê li jiyana wan dike bistînin û serxwebûna xwe ya aborî bidest naxin.
‘Di nav jin û mêran de divê hevsengî hebe’
Endama Federesyona Hevbenda Mafê Jinan Zehra Sadîq bal kişand ser xalên civînê û wiha got: “Di çaçoveya projeya “Werin em rûmeta kesên di erdheja El Haouzê de zirar dîtine biparêzin" de ku gelek bendan di nava xwe de dihewîne, yek jê benda “Têkoşîna nexwendewariyê”, ev civîn hat lidarxistin. Herî zêde ev pirsgirêk di nava jinan de belav bûye. Di vê civînê de komên ji saziyên fermî yên perwerdekirina kesên temen mezin, desteyên hiqûqî û gelek komên ku li dijî nexwendewariyê têdikoşin beşdar bûn. Bal kişandin ser sedemên zêdebûna pirsgirêka nexwendewariyê û peydakirina rêya çareseriyên wê. Her wiha divê di nava jin û mêran de wekhevî û hevsengiyek bê avakirin û jin mafê xwe yê rawa yê fêrkirinê bidest bixe. Li herêma Marakêş Asafî herî zêde ev pirsgirêk belav bûye û bandorek li ser jiyan û derûniya jinan jî dike. Nexwendewarî dibe sedem ku jin di qadên jiyan û civakê de cih negirin û derfetên kar ji wan re nayên peydakirin.”
‘Keçikên ku naşînin dibistanê di temenê biçûk de dizewicînin’
Selma Ayt Mewlîd ku beşdarî civînê bûye û ew bi xwe bernameya xwendin û nivîsandinê li gundê Êxîl ê herêma El Houz birêve dibe, nêrînên xwe yên derbarê pirsgirêka belavbûna nexwendewariyê de anî ziman û wiha got: “Tunebûn û kêm derfetên jiyanê, sedemên herî bingehîn ên di belavbûna pirsgirêka nexwendewariyê de ne. Bi taybetî di gundan de ev pirsgirêk zêde tên jiyîn. Jin dixwazin di warê fêrbûnê de xwe bipêş bixin, ji ber ku dizanin ewê xwendin jiyana wan baştir bike. Di destpêka bernameya me de 45 jin ji gundan hatin pêşwazîkirin, piştre hejmar gihîşt 60’î. Ev jî nîşan dide ku jin di warê xwendin û nivîsandinê de dixwazin bipêşkevin. Her wiha sedema dûrbûna dibistanan a ji gundan jî, dihêle ku malbat zarok an keçên xwe neşînin dibistanan û wan di temenê biçûk de bizewicînin.”
‘Dûrbûna dibistanan jî sedemek bingehîn e’
Zehra Ayt ku ji bernameya ji bo xwendin û nivîsandinê li gundê Êxîlê gelek sûd girtiye, da zanîn ku hînbûn ji bo jinan gelek girîng e û wiha got: “Ji ber dûrbûna dibistanê ya ji gund, min di refên seretayî de dev ji xwendina xwe berda. Ez niha dixwazim fêrî hemû qonaxên xwendinê bibim. Min ji vê bernameyê gelek sûd girt û hînî xwendin û nivîsnadinê bûm. Ji ber pirsgirêka dûrbûna dibistanan a ji gundan, malbat neçar dimînin zarokên xwe ji xwendinê qut bikin.”