Ji cejna Ekîto ya 2024’an peyamên jinan

Di cejna Ekîto de Berdevka Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê herwiha pêkhateyên Aşûrî û Ereb peyamên xwe ên sala 2024’an dan û gotin ku: "Ji 8’ê Adarê ber bi Newrozê heta 1’ê Nîsanê ji bo aşîtiyê têkoşîna jin û netewan didome."

Hesekê – Duh Aşûrî Suryanî û Kildaniyên Til Temir û Hesekê cejna Ekîto li gundê Til Erbûş pîroz kiribûn. Di pîrozbahiyê de Berdevka Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Rûksen Mihemed, ji pêkhateyên Ereb Madlên El-Ibêd û Corcîna Werda ji pêkhateyên Aşûrî derbarê cejna Ekîto de nêrînên xwe anîn ziman.

Berxwedan sernavê têkoşîna gel û netewan e

Rûksen Mihemed cejna Ekîto li Aşûr Suryan û Kildaniyan pîroz kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Bi hêviya ku cejna Ekîto bibe sala serkeftin azadî, aştî û wekheviyê. Çandên ku li ser axa Mazopotamyayê dijîn, di warê çandî û netewî de bi 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanî reng dide, bi Newrozê de Gelê Kurd pêşwaziya biharê ango cejna azadî, wekhevî û berxwedanê dike heta ber bi 1’ê Nîsanê cejna Ekîto ve tê. Ev hemû cejn xwedî wateyên xwe yên dîrokî ne. Gelê ku îro li ser erdîngariya Mezopotamyayê bihevre dijîn, berxwe didin û çand nasname û dîroka xwe diparêzin rastiya berxwedana li hember her cûre êrîşên qirkirin û pişaftinê dide ber çavan. Aşûrî, Suryan Kildan û Kurd jî bi îsrar û girêdana xwe ya bi axê re, dikarîbûn ruxmî hemû qirkirinan heta roja îro werin. Meha Adar û Nîsanê mehên nûbûn, xweza û mehên berxwedan û têkoşînê ne. Ji bo ku em sala 2024’an bi têkoşîneke hîn bêtir pêşwazî bikin, pêwîstiya bihêzkirina yekîtiyê heye. Mînaka vê yekîtiyê jî hevgirtin bi ziman, çand û cejnên xwe bihevre jiyankirin di Şoreşa Jin tê der, ji lewra pêwîstî bi xurtkirina vî rihî heye. Li dijî êrîşên ku li ser axa me pêk tê têkoşîn û sekneke xurt divê were raberkirin ku hêz û dewletên dixwazin gelê me qir bikin, em wan bi mayin û berxwedana xwe ya li ser axê bidin şikandin."

Di Ekîto ya 2024’an de hêviyên rizgarkirina bajarên dagirkirî nû dibin

Madlên El-Ibêd cejna Ekîto li giştî gel û netewên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û wiha got: "Me bihara xwe bi çend cejnan destpêkir, ji 8’ê Adarê roja jinan a cîhanê ku her kes ji rewşa jinan li vir haydar bû ku di çi rewşê de dijiya û ev vedigere pênc hezar sal berî zayinê, lê em dibînin ku jin îro çi kir û xwe çawa di vê şoreşê de birêxistin kir û bala cîhanê kişand ser. Newroz wekî cejna Gelê Kurd dihat nasîn, lê belê îro bûye cejna gelên li Rojhilata Navîn û dibe roja vejîn û zayinê. Ji baweriya ku em yek gel in dîrok û nasnameyên cûda me tîne cem hev, û ti ol û mezheb me cûda nakin em cejna Ekîto li gelê Aşûrî pîroz dikin. Em bihevre dikarin Xabûrê birîndar derman bikin, bajarên xwe ji dagirkeriya Tirk rizgar bikin. Bi hêviya sala nû em bi rizgarkirina bajarên xwe yê dagirkirî pîrozbahiyên xwe organîze bikin."

'Ekîto bi çand ên xwe dewlemend e'

Corcîna Werda jî Cejna Ekîto pîroz kir û balkişand ser pîrozbahiyê û ev tişt anî ziman: "Pêşkêşkirina derbasbûna padîşah Şamîram ji qesrê re û sekna keç û xortan ev dibin parêzvanên padîşaha jin û mêr, çandeke kevnar a gelê me yê Aşûrî ye, her sal bi pêşkêşkirina wê careke din kevneşopiyên ku me ji dapîr û bapîrên xwe girtiye nû dikin û diparêzin. Dîroka wê vedigere dîroka kevn a Aşûriyan ku ji padîşahan hatiye girtin û heta roja îro hatiye. Em careke din hemû Aşûriyên li welat û derveyî welat bi boneya cejna Ekîto pîroz dikin."