Ji çavên Artîn, Nadia û Roya karkeriya zarokan: Em nebûn zarok

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê zarokên bi navê Artîn, Nadia û Roya ku li kolanan tên xebitandin, qala şert û mercên zehmet ên di nav de dijîn kirin û gotin, “Ez nebûm zarok.”

HÎMA RAD

Sine – 12’ê Hezîranê roja têkoşîna li dijî ‘karkeriya’ zarokan a cîhanê, di giştî cîhanê de di destpêkê de bi milyonan zarok û xizanî jî di navde bi sedemên cûda li karên ku li dijî temen, mezinbûn û rizaya wan neçarî xebitinê tên hêlan. Li gora daneyên alîkariya fonê ya zarokan ya Netewên Yekgirtî (NY); li giştî cîhanê de 63 milyon zarokên keç, 97 milyon zarokên xort di navde bi giştî 160 milyon zarokên karker hene.

 Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li kolan, cade û parqan de heroj mirov  rastî zarokên karker tên. Hinek zarok tên parsecîkirin û hinek zarok jî di îşportevaniyan de tên xebitandin. Zarokên ku li kolanan di xebitin rastî gelek risk û metirsiyan tên. Li bajarê Sine em rastî zarokên karker ên bi navê Artin, Nadia û Roya hetin evane tenê hinek ji wan zarokên ku zaroktiya xwe jiyan nekirine.

‘Ji bo mesrefa malê dixebitim’

Artina 13 salî diyar kir ku ev 2 sal e dixebite û dixwaze biçe dibîstanê lê belê ji bo mesrefa malê pêk bîne neçar maye dixebite û got: “Dayîka min ji bo vê salê telafi bike, waneyên taybet ji bo min eyar kir. Niha ez diçim ref 6’an, ez rojê sê çar saetan di xebitim û nêzî dû sed tûmenana qazanç dikin. Ez nivê wê didim malabta xwe û nivê din jî ji bo xwe radikim.”

‘Ez dixwazim bibim futbolvan’

Stres û ew tirsa ku hertim jiyan dike derbasî bedenê Artîn bûye hertim difikire ku ji aliyê kesên din ve tê xebitandin û ew pereye ku qezenç kiriye hemû ne ayîdî wî ye. Dema ku me pirsa xeyalên wî ji Artîn pirsî demekê fikirî û ev bersîva da: “Ez nizanim di kijan qadê de bixwînim, lê bele ez dixwazim bibim futbolcî.”

Di 14 saliya xwe de hat zewicandin

Ez çend kolan jêr û li xaçerêyeke din rastî zarokên keç ên parsektiyê dikin hatim. Hemû ji 15 salî biçûktir bûn. Hinek ji wan jî bi zarokên biçûk ên ji destên wan girtine re di nava wesayitan de digerin. Hin zarok ji axaftinê direvin. Yek ji zarokên ku diaxive Nadia ya 14 salî ye. Nadia da zanîn ku bavê wê tiryakê madeya hişbir e û wiha got: “Ji ber ku dayika min parsektiyê dikir, ez neçar mam bizewicim. Hevjinê min karker e û ez li kolanê parsektiyê dikim. Li malê nan tune ye ku em bixwin û em di rewşa xirab de ne. Min nexwend, lê min her tim dixwest bibim mamosteya zarokan.”

 ‘Min xwest bixwînim û bibim bijîşk'

Ez diçim xaçerêyek din û çend zarokên din ku di navbera wesayitan de mendîl difroşin, pencereyan paqij dikin an jî parsecî dikin dibînim. Zarokê bimaske qebûl dike ku biaxive. Navê wê Roya ye. Roya ya 14 salî, diyar dike ku tevî temana xwe ya zaroka ji jiyanê bêzar bûye. Roya şert û mercên jiyanê yên re rû bi rû maye wiha vedibêje: “Ez li vê xaçerê dixebitim. Bavê min tiryak e û çar xwişk û birayên min hene. Dayika min li xwişk û birayên min meyze dike û ez jî dixebitim ji ber ku kesekî ku alîkariya me bike nîne. Min dixwest bixwînim û bibim bijîşk, lê min nekarî. Dayika min dibêje 'bixwîne' lê ne mimkûn e.

Dema ku ez dibînim keçên di temenê min de bi wesayitên xweşik û giran derbas dibin, ez xwe xirab hîs dikim. Min ji xwendinê hez dikir, lê şert û mercên me ne baş bûn, bavê min hertim li dayika min dixist û xwe bi me ra aciz dikir. Ez nafikirim ku di mijara xeyalên xwe de cûdahiyek çêbikim û ez ê li vir dûdîlî dijîm. Ji ber ku min tu carî keyfxweşî nedît û ez ji vê jiyanê bêzar bûm. Çend caran li ser xaçerêyan zarok min rehetsiz kirin û tacîz kirin. Ez ewqas giriyam ku min xwest ez tiştekî xerab li xwe bikim. Min jî vê jiyanê tu kêyfxweşî nedît. Dema ku ez zarokên din bi hevalên xwe an jî bi dayikên xwe re dibînim dihesûdim. Ez pir ji malbata xwe hez dikim, lê min zarokatiya xwe jiyan nekir.”