Dayika Şemiyê Asiye Aydemîr jiyana xwe ji dest da
Asiye Aydemîr a ku ji bo kurê xwe Huseyîn Aydemîr ê di sala 1995'an de di bin çavan de hat windakirin di nav Dayikên Şemiyê de têkoşîn dida jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan – Dayika Şemiyê Asiye Aydemîr jiyana xwe ji dest da. Asiye ji bo kurê xwe Huseyîn Aydemîr ê di sala 1995'an de di bin çavan de hat windakirin, bi salan têkoşîn da.
Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî dan û gotin, "Dayika me Asiye, dayika Huseyîn Aydemîr ê di sala 1995'an de di bin çavan de hat windakirin, jiyana xwe ji dest da. Ji ber mirina dayikeke din a bêyî bigihje edalet û zarokê xwe em gelek xemgînin. Em ji malbata Aydemîr û hemû hezkiriyên wê re sersaxiyê dixwazin."