Ji çalakvana Mexribî banga hevkariya jinan

Çalakvana Mexrîbî Eyşe Lexmas destnîşan kir ku di encama şeran de li dinyayê jiyan wêran dibe û bang li hemû tevgerên jinan kir ku li hember vê yekê di nav hevkariyê de bin.

HENAN HERÊT

Mexrib – Tevgera Jinan a Mexrîbê dengê xwe li hemû tevgerên mafên mirovan ên li cîhanê zêde dike. Tevger ji qirkirin, tewan û şerên li dijî mafên mirovan û mirovahiyê re, dibêje “Na.” Tevgera Jinan a Mexrîbê bang li tevgerên jinan ên li Mexrîbê û li dinyayê kir ku li dijî kiryarên li ser jinan li Sûriyê, Fîlîstîn, Lubnan û dewletên din tên meşandin, dengê xwe bilind bikin.

‘Hevkariya tevgerên jin girîng e’

Çalakvana Mexribî û endama Komeleya Yekîtiya Karkirina Jinan Eyşe Lexmas rewşa jinan a di herêmên bi alozî de anî ziman û wiha got: “Rewşa jinan li herêmên bi  alozî, dijwar û zehmet e. Şer û pevçûnên ku li Rojhilata Navîn diqewimin rewşa jinan dijwartir dike û dihêle berdêlên giranbuha jî bidin. Divê tekoşîn bi her cureyê xwe li hemû welatan bê domandin. Her wiha hevkariya di navbera tevgerên jinan de bi hemû pêkhateyên xwe di vê pêvajoyê de gelek girîng e. Tora Visoins ya Jinên Ereb, yek ji torên jinan ê ku di herêmê de ji bo jinan kar dike.”

‘Şer û pevçûnan li ser hesabê gelan dimeşînin’

Eyşe Lexmas pevçûnên leşkerî yên ku li herêmê diqewimin nirxand û wiha got: “Pevçûn û aloziyên leşkerî ku di navber hin dewletan û Îsraîlê de diqewimin, Îsraîl piştgiriya xwe ji dewletên Ewropa digire. Ji ber ku berjewendiyên madî yên Îsraîl û dewletên Ewropayê di Rojhilata Navîn de hene. Ev şer û pevçûn li ser hesabên gelan tên meşandin û nahêlin ku dewletên Ereban yekbûna xwe ava bikin û bipêş bikevin.”

‘Tevî cudahiya mezheban, daxwaza jinan yek e’

Di nava gotinên xwe de Eyşe Lexmas girîngiya hevkariya di navbera tevgerên jinan de bi lêv kir û wiha pêl da gotinên xwe: “Girîng e hevkariyek di navbera tevgerên jinan de li dewletên bakur û başûr,  ji bo dawîkirina cureyên tundiyê û qirkirina li ser jinan, bê avakirin. Ji ber ku jin her tim dibin qurbaniyên şer. Jinan di hemû şer û pevçûnan de para xwe girtiye. Li Fîlîstîn, Sûriyê, Lubnan, Sûdan û gelek dewletên din rewşa jinan li ber çav e. Ji ber vê yekê jin li ku bin xwe dispêrin têkoşîn û berxwedanê. Tevî ku mezheb û pêkhateyên wan cuda ne jî, daxwaza wan yek e, ew jî avakirina ewlehî û aştiyê ye. Bi rêya torên jinan em dikarin bi hêsanî têkiliyan di navbera jinan de pêk bînin û li dijî piştguhkirin û tunekirinê, eniyên jinan ava bikin.”

‘Ji ber şer cîhan tê wêrankirin’

Eyşe Lexmas balkişand ser encamên şer ên li dinyayê û diyar kir ku ji ber şeran dinya tê wêrankirin. Eyşe wiha axivî: “Ji ber rûdana şer û pevçûnan îro cîhan tê wêrankirin. Bi hevgirtin, danûstandinên fikrî û hevdîtinan em dikarin dawî li qirkirin û tunekirina dinyayê bînin. Li her deverek ku şer diqewime, bandorê li herêmên din jî dike. Niha li Rojhilata Navîn şerek giran dimeşe, ev jî bandorê li ser hemû dewletên bakur û başûr jî dike.”