Ji bo zarokan kovara ‘Rona’

Rona Egîd a 14 salî yekemîn pirtûkxaneya Kurdî ya bi navê “Rona” ya pirtûkên zarokan ava kiriye û ji bo firehkirina vê projeyê bi riya kovara xwe ya bi heman navî dixebite. Rona dibêje armanca wê ew e ku çanda xwendinê bi pêş bixe.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Rona Egîd a 14 salî ji bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji wan zarokan e ku bi Şoreşa Rojava re derfeta xwe dît bi zimanê Kurdî hîn bibe û xwe bi pêş bixe. Ne tenê ev, xwest xizmeta ziman bike û ji bo zarokên pêşerojê riyên alternatîf bibîne. Bi vê hezkirin û îsrarê, dikaribû yekemîn pirtûkxaneya Kurdî bi navê xwe ji bo pirtûkên zarokan veke. Rona têkildarî pirtûkxaneya “Rona” ji me re axivî.

Pêşxistina xwendinê

Rona Egîd di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku ew beşdarî gelek pêşengehan bûye û wiha armancên xwe anî ziman: “Beriya ku ez pirtûkxaneyê vekim, beşdarî pêşangehan dibûm. Sala yekem bi navê pirtûkxaneya Amara beşdar bûm, di sala duyem de bi navê pirtûkxaneya xwe Rona beşdar bûm. Her wiha ez beşdarî pêşengeha Şehîd Herekol bûm di hemû dewreyên wê de li gel gelek pêşengehên din jî. Jixwe piştî çend rojan ez ê peşdarî ya 7’emîn jî bibim. Pirtûkên di pirtûkxaneya min de bi zimanê Îngilîzî, Erebî, Kurdî hene tevî zaraveyê Soranî. Çanda xwendinê di nava civakê de lawaz e, armanca min ew e ku ez bikaribim çanda xwendinê bi pêş bixim.”

‘Dixwazim xwe bigihîjînim hemû bajaran’

Rona Egîd bal kişand ser kovara xwe ya bi navê ‘Rona’ ya ji bo zarokan û wiha pê de çû: “Kesê yekemîn piştgiriya min kir bavê min bû, wî alîkariya min kir di vî warî de heta ku gihîştim vê astê. Niha kovara min a bi nave ‘Rona’ ya ji bo zarokan heye, min hejmara 3’yan jê derxistiye. Di pêşerojê de dixwazim beşa pirtûkxaneya xwe li hemû bajaran vekim û dixwazim weşanxaneyek bi navê Rona ji bo zarokan jî vekim. Berê hejmara pirtûkan di pirtûkxaneya min de nêzî hezar birtûk bûn lê niha kêm bûne ji ber ku alîkarî nayên, em nikarin pirtûkan bînin ji Bakur, ji ber wê jî niha tenê 300 hejmar hene. Em dixwazin alîkarî were ji bo ku em hejmara pirtûkan zêde bikin.”

Rona Egîd bi dawaza pêşketinê ji bo her kesê gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Min heta niha tu pirtûk nenivîsandine, ez xwe di vî warî de bi bêş dixim lê heta niha min pirtûk çap nekirine. Ji bo wê jî dixwazim xwe bi pêş bixim heta tiştekî xweş çap bikim. Çi kesê ku kêfa wî ji kar re were û bi armanc kar bike wê bigihîje armanca xwe. Ez jî her dem amade me ji bo wan, alîkariya wan bikim çi kesê ku fêrî ziman bibe ez amade me ji bo wan fêrî ziman bikim.”