Ji bo wêneyê Rojava banga piştgiriyê

Ji meha Mijdara sala borî ve li yek ji kolanên herî bi çûnhatin ên Osloyê Rosenkrantzê wêneyê bi navê “Şoreşa Jinan: Rojava” hatibû pêşandan. Rayedarên Tirk ji bo ku ew wêne were rakirin careke din name şandin. Eîvor Evenrud, ji hesabê xwe yê twîtterê diyar kir ku di nameyê de ji bo wê jî îfadeyên nexweş hatine gotin.

 
Navenda Nûçeyan- Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê û Sefîrî Tirk ê Norvecê, xwestin ku wêneyê bi navê “Şoreşa Jinan: Rojava” careke din were sansurkirin. Serokê Komîteya Perwerde û Çandê yê Meclisa Şaredariya Osloyê Eîvor Evenrud, ji hesabê xwe yê twîtterê vê daxwazê îlan kir. Di parvekirina twîta xwe de ev ragihand;  “Sefîrê Tirkiyeyê, ji Komîteya Çandê ya Şaredariya Norvecê re name şand û got ku piştgiriya ji bo wêneyê Rojava ji bo Tirkiyeyê tehdît e.” Evenrud da zanîn ku di nameyê de ji bo wê jî îfadeyên nexweş hatine gotin û bi îroniya “hinek gotinên xweş” ji bo wê hatine gotin û di dawiya twîtê de jî got ku wî ev rewş ji hevalên xwe re ragihandiye û ji wan peyamên piştgiriyê girtiye.
Serokê Komîteya Perwerde û Çandê Eivor Evenrud, di twîtek din a piştî saetek din de  jî wêneyê li ser dîwar parve kir û wiha nivîsî: “Ev wêne ji aliyê hunermend, Gelawêj Welidxanî ve hatiye xêzkirin. Hûn ê li Osloyê li ser dîwarek vê bibînin. Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê xwest ku ev wêne were rakirin û sansurkirin. Hûn dizanin hûn ê çi bikin? Retweet bikin ku hemû kesên li cîhanê bibînin.” 
Çi bûbû?
Li Osloyê pêşangeha hunermendê Kurd Gelawêj Welidxanî ya bi navê “Şoreşa Jinan: Rojava” ji 17’ê Mijdara 2020’an vir ve li Kolana Rosenkrantzê tê pêşandan
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê di meha Çileyê de xwest wêneyê ku li ser gotinên Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên “Azadiya jinan, azadiya civakê ye” nivîsandîne were rakirin. Komîteya Perwerde û Çandê ya Mecilsa Şaredariya Osloyê jî bi hevdengî biryar da ku wêne neyê rakirin. 
Serokê Komîteya Çandê ya Meclisa Şaredariyê û endamê Partiya Sor a Norvecê Eîvor Evenrud, bi peyama; “Merheba Tirkiye! Em li Norvecê ji azadiya îfade û demokrasiyê bawer dikin. Siyasetmedar nikarin vî wêneyî biguherînin an jî rakin. Temaşe bikin û hîn bibin. Ji Komîsyona Daîmî ya Karên Çandê selamên me ji Oslo Norvecê re hene” berteka xwe anîbû ziman.
Pêşenga koma meclisa şaredariya Partiya Rastgir Muhafazakar Anne Haabeth Rygg jî diyar kiribû ku ew ji vê biryarê memnûn bûye û wiha gotibû: “Komîte bawer dike ku azadiya hunermend û îfadeyê şertê yekem ê demokrasiya me ya. Nûnerên hilbijartî nikarin hunerê sansur bikin.”