Ji bo tahliyekirina Muhlîse Karaguzel serlêdan hat kirin
Parêzeran ji bo girtiya nexweş Muhlise Karagûzel a ku pêwîstiya wê bi emeliyata dilê vekirî heye, serlêdan kirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/02/20240202-20240202-hasta-tutsak-karaguzel-icin-tahliye-basvurusu-jpg2f5faa-image-jpgff8b72-image.jpg)
Îzmîr-Girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel ya 61 salî ku li girtîgehaTîpa R ya Menemenê girtiye, di 4’ê Gulana 2023’an de ji ber xitimandina damaran rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Ataturk. Muhlîse di 22-26’ê Çile de du caran anjiyo bû û 26’ê Çile de dîsa rakirin nexwşexanê. Doktoran got divê Muhlîse ji dil emelyat bibe. Ji bo emelyatê hatibû gotin ku divê malbat erê bike. Malbatê ji bo emelyatê daxwaz erê kir û hîna dîroka emelyatê diyar nebûye.
Parêzeran ji bo tahlyekirina Muhlîse Karaguzel ya li girtîgeha Tîpa F ya Menemenê girtiye, serî li Dozgeriya Girtîgeh û Girtîgeha Menemenê dan.