Ji bo Suheyla Qazî ji Kongra Star peyama sersaxiyê

Kongra Star bi boneya wefata Suheyla Qazî keça damezrînerê Komara Kurdistanê ya Mehabadê Qazî Muhammed peyameke sersaxiyê weşand û sersaxî ji malbata wê û gelê Rojhilat re xwest.

Navenda Nûçeyan – Meclisa Kongra Star ji bo Suheyla Qazî ya ku duh li bajarê Bonnê yê Almanyayê koça dawî kir peyameke sersaxiyê belav kir, sersaxî ji malbata Suheyla Qazî û gelê Rojhilatê Kurdistanê re xwest û xemgîniya xwe anî ziman.

Suheyla Qazî ku di 11'ê Tîrmeha 1941'an de li Mehabadê ji dayik bû, zêdetirî 40 salan li sirgûnê ma.

Suheyla Qazî ya ku di sala 2010'an de beşdarî Kongreya Jinên Kurd a li Bakurê Kurdistanê li Amedê bû, di hevpeyvîna xwe ya bi Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DIHA) re ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) hat girtin de gotibû, "Ez bi xeyala vegera welatê xwe dijîm” û gotibû, "Eger em yekîtî û hevgirtina xwe pêk bînin, em ê bi ser bikevin."