‘Ji bo şikandina tecrîdê pêwîstî bi çalakiyên berfireh heye’

Der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Hevseroka Tevgera Azadiyê ya Germiya diyar kir ku pêwîstî bi çalakiyên berfireh heye.

ŞÎRÎN SALIH

Germiyan – Mîmarê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal in li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê girtin. Tevî hemû serlêdanên ji bo hevdîtinê tên kirin jî ji 25’ê Adara 2021’ê ve tu agahî jê nayê girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hinceta cezayên “dîsîplînê” an tên astengkirin an jî bêbersiv dimînin.

Hevseroka Tevgera Azadiyê ya herêma Germiyan Şeyma Edanan derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin got ku ji bo şikandina tecrîdê pêwistî bi çalakiyên berfireh heye.

‘Tecrîda li ser Rêber Ocalan li ser tevahî gelê Kurd e’

Şeyma Ednan amaje bi vê yekê kir ku ev dû sala bi tu awayî xeber ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û malbat û parêzer jî bi tu awayî nikarin hevdîtinê pêkbînin û wiha got: “Dema ku tecrîda girankirî li ser Rêber Ocalan dest pê kir, wê demê dewleta Tirk jî dest bi êrîşên li ser çiyayê Kurdistanê kir. Ev tecrîd ne tenê li ser Rêber Ocalan e, li ser tevahî gelê Kurd e, bi vê tecrîdê dewleta Tirk êrîşên xwe dijwartir kir û dest bi bikaranîna çekên qedexekirî li çiyayê Kurdistanê kir. Dewleta Tirk ji ber li çiyayê Kurdistanê têk çûye li bajaran jinên azadîxwaz yên têkoşer dikin hedef.”

‘CPT berpirsê rewşa wî ye’

Şeyma Ednan destnîşan kir ku Tirkiye hewil dide gelê Kurd tune bike û wiha got: “Ji ber wê em daxwaz ji jin, rêxistinên mirova û rêxistinên navdewletî dikin ku li dijî vê tecrîdê dawî bikin. Bi taybet rêxistina CPT ku ji rewşa Rêber Ocalan berpirs e, ji ber girtîgeha Îmralê ji bo tendirûstiyê ji bo Rêber Ocalan ne guncav e. Roj bi roj ceza girantir dibe. Parvenekirina rapora CPT der barê hevditina li Îmralî de ji bo me guman çêbûye. Ger CPT tu bersivê nedin em ê jî li beramberî vê bêdengiyê çalakiyên cûr be cûr li darbixin.”

‘Azadiya jinan, azadiya Rêber Ocalan e’

Şeyma Ednan destnîşan kir ku jinên ku di nava zilm û çewisandian civakê de bû, bi saya fikrê Rêber Ocalan hişyar bûn û dest bi rêxistinbûna xwe kirin û wiha domand: “Ji ber vê yekê azadiya jinê, azadiya Rêber Ocalan e. Em dibînin ku jin çawa civakê perwerde dike û çawa li beramberî çeteyên DAIŞ’ê sekinîn. Di sala 2021’an de li Şengalê hêzên Îraqê dema ku xwestin êrîş bikin jinan li beramberî van êrîşan sekînin û Iraq neçar ma ku paş de bikêşe. Jin û dayikên aştiyê bi riya fikir û felsefeya Rêber Ocalan bi hêz bûn, dikarin li beramberî hêza NATO bisekinin û çawa ku şervan li beramberî dewleta Tirk rawestan û jin li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî dagirkeriyê xebat didin meşandin. Hemû serkeftina me bi saya fikrê Rêber Ocalan e. Divê jin hêza xwe bikin yek da ku bikaribin li beramberî pirsgirêkan bisekinin, tecrîda li ser Rêbertî qebûl nekin û ji bo vê bikevin di nava tevgerê.”

‘Em dest ji têkoşînê bernadin’

Şeyma Ednan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Fikrê Rêber Ocalan modenîteya demokratîk pêşxistiye, ji ber wê dewletên din vê yekê ji xwe re mîna xeterî dibînin. Ji ber niha şerê sîstema sermayedar e û hemû ji bo pêşxistina vê sîstemê hewil didin. Nifteya çareseriya Rojhilata Navîn Rêber Ocalan e, ji ber wê bi dil girtîna Rêber Apo re her tim hewla tunekirina gelê Kurd û bêdengkirina dengê jina azad didan. Em jî vê peyamê didin heta ku tecrîd bi dawî nebe, em gelê Kurd û jin dest jî têkoşîna xwe bernadin.”