Ji bo salvegera şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' klîbek hate amadekirin

Bi boneya salvegera yekemîn a şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' Komîteya Çand û Hunera Bêstûn klîbek amade kir.

Navenda Nûçeyan-Komîteya Çand û Hunera Bêstûn bi boneya salvegera yekemîn a şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê klîbek amade kir.

Sirûda 'Çerxa Şoreşê' bi zaravayê Soranî hate gotin û ji dîmenên serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' klîbek hate amadekirin.