Ji bo sala 2022’an li Tûnisê 150 pirojeyên çandiniyê ji bo aboriya jinan tên amadekirin
Wezîra Malbat, Jin, Zarok û Kesên Temen Mezin a Tûnisê Amal Hac Mûsa destnîşan kir ku dosyaya jinên ku di çandiniyê de dixebitin di rêza herî girîng a wezaretê de ye û diyar kir ku ji bo teşwîqkirina însiyatîfa aboriya jinan dê sala 2022’an projeyek were.

Tûnis- Wezîra Malbat, Jin, Zarok û Kesên Temen Mezin a Tûnisê Amal Hac Mûsa ragihand ku bi destpêka sala 2022'an re wê 150 projeyên çandiniyên ji bo jinan were destpêkirin û ji sedî 80'ê projeyê dê di forma sîgortayê navbera 100,000 û 300,000 dînarên Tûnisî de bi demê re ji dahata wan were giertin û bi wî awayî bê fînanse kirin.
Di qezayên veguhestina karkeran de ji sedî 89 jin ziyanê dibînin
Amal Hac Mûsa da zanîn ku dosyaya jinên ku di çandiniyê de dixebitin dosyayeke bingehîn e û di rêza herî girînge a wezaretê de ye. Ji ber piraniya kesên ku di qezayên veguhestina karkerên çandiniyê de zerer dibînin ji sedî 89 jinin. Amal Hac tekez kir ku tevî ji sedî 75 ji xwendekarên ku di peymangehên girêdayî zanistên çandiniyê de dixwînin jinin jî tenê ji sedî 6 jin xwediyê projeyên çandiniyê ne.
derbarê veguheztina jinên ku di çandiniyê de dixebitin de jî Amal Hac diyar kir ku ew bi wezareta veguhastinê re du planan amade dike. Ya yekem bi lezgînî ji bo rizgarkirina çinîna zeytûnên demsalê ye, plana duyemîn jî ew e ku dosyaya jinên kedkar ên di çandiniyê de bi giştî were çareserkirin.