Ji bo rojnamegerên girtî yên ku nûçeya serhildanên Îranê weşandin xelat
Federasyona Rojnamegerên Kanadayî ya ji bo Azadiya Xweîfadekirinê (CJFE) ‘Xelata Azadiya Çapemeniyê’ da rojnamegerên Îranê yên girtî Nîlofar Hamedî û Elaha Mohammadî.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/02/20230216-20230216-nilofar-hamedi-elaha-mohammadi-basin-odulu-jpg0ce0f6-image-jpg13fca2-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Federasyona Rojnamegerên Kanadayî ya ji bo Azadiya Xweîfadekirinê (CJFE) her sal ‘Xelata Azadiya Çapemeniyê’ dide. CJFE’yê diyarkirin ku xelata îsal da rojnamegerên Îranî Nîlofar Hamedî û Elaha Mohammedî ku li Îranê girtî ne.
Seroka CJFE’yê Carol Off di torena xelatê de axivî û wiha got: “CFJE, Xelata Azadiya Azadiya Çapemeniyê ya Navneteweyî dide Nîlofar Hamedî û Elaha Mohammadî ku ji bo îfşakirina tundiya rejîma Îranê ya li ser jinan, azadî û jiyana xwe xistin xetereyê. Heke cesareta van rojnamegeran nebûya, dê haya me ji rastiya qetilkirina Jîna Emînî çênebûya.”