Ji bo rojnameger Gulistan Tara merasîm hat lidarxistin

Ji bo rojnamevan Gulistan Tara a di êrişa dewleta Tirk de hat qetilkirin li Parka Azadî ya Silêmaniyê merasîmek bi heybet hat lidarxistin.

Silêmanî –23’yê Tebaxê li nêzî navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê wesayîta rojnamevanên çapemeniya azad ji aliyê balefira bê mirov û bi çek a dewleta Tirk ya dagirker ve hatibû bombebarankirin. Di encam êrişê de her du rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan. Her wiha Rêbîn Bekir bi giranî li gel 5 rojnamevanên din birîndar bibûn.

Heman rojê cenazeyê rojnamevan Hêro Behadîn li Silêmaniyê hatibû veşartin. Îro jî ji bo rojnameger Gulistan Tara a cenazeyê wê ji Tiba Edlî ya Silêmaniyê hat wergirtin li Parka Azadî ya Silêmaniyê merasîmek bi heybet hat lidarxistin.

‘Gulistan tenê rojnamevan bû û xwediyê pênûs û kamerayekê bû’

 Di merasîmê de li ser navê Kompanya Çetir daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin: “Ev êriş di çarçoveya wan sucên ku dewleta Tirk li seranserî Başûrê Kurdistanê pêktîne de ye. Armanca van êrişan bêdengkirina çapemeniya azad a li beramberî tawan û dagirkeriya dewleta Tirke.”

Birayê Gulistan Ehmed Tekîk di merasîmê de axivî û got: “Her çendî Gulistan xwişka min bû, lê ji wê zêdetir heval û hevrêya we bû. Gulistan tenê rojnamevan bû û xwediyê pênûs û kamerayekê bû.”

Ehmed Tekîk da zanîn ku tevî ku Gulistan Tara jiyana xwe ji dest da, lê îro dibînin ku heval û hevrêyên wê hemû bûne Gulistan.

Wê cenaze ber bi Bakurê Kurdistanê ve were oxirkirin.