Ji bo rêxistinên navneteweyî banga piştgirîdayîna têkoşîna jinên Afganistanê

Însiyatîfa Têkoşîna Li Dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan Ji Bo Ewlehî û Aştiyê, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên piştî ku Talîbanê dest danî ser Afganistanê û bang li hemû rêxistinên navneteweyî kir ku li dijî Talîbanê bisekinin û piştgirî bidin berxwedan û têkoşîna jinên Afgan a li dijî faşîzma mêr a paşverû.

 
Navenda Nûçeyan - Însyatîfa Têkoşîna Li Dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan Ji Bo Ewlehî û Aştiyê, ji bo balê bikşîne ser tiştên ku piştî Talîbanê Efganistan dagir kir qewimîn, daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de tê gotin ku Talîbanê gelek wargehên li Afganistanê, bi taybetî paytexta Kabîlê, dagir kiriye û hukmê şerîatê îlan kiriye û wiha hat gotin; "Talîbana ku ragihand wê bi rêza şerîetê rêzê ji bo mafên jinan bigire, ji niha ve agahiyên ku mafên bingehîn ên jinan paşguh dikin û cihê jiyanê ji wan re nahêlin tên.
Pratîka Talîbanê ya 20 sal berê hat bibîrxistin
Di daxuyaniya de behsa pratîkên Talîbanê yên li Efganîstanê di navbera salên 1996 û 2001’ê de hatin bibîrxistin û ev hat gotin: "Bi hukmê şerîetê yê hatiye îlankirin, perwerdekirina jin û keçan, beşdarbûna siyasetê û axaftina bi gelemperî hatiye astengkirin. Jinên ku guh nedan van rêgezan an tiliyên wê hatin birîn an jî hatin bidarvekirin. Bi dûrxistina Talîbanê ji desthilatdariyê û berxwedan û têkoşîna jinên Afganistanê re, keçan mafê xwendinê bi dest xistin, burka hat rakirin, gelek destkeftî hatin bidestxistin wek qanûna têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan û rakirina qedexeya kar. Ev destkeftî heya niha di meriyetê de bûn.
"Şoreşa Jinên Rojava ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bû model" 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi sedan mînakên bi êş dikarin werin nîşandan ku duh, El-Nusra, îro DAIŞ, OSO û di dawiyê de Talîban derketine holê û her kes dizane ku ev rêxistin xwedî zîhniyeteke wêranker û faşîst a serdestiya mêr in ku li dijî têkoşîna azadiya jinan, mafên jiyanê yên jinan in. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi şerê Sûriyeyê yê di sala 2011’an de, gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Çerkez, Tirkmen, Çeçen û Keldanî bi hêza xwe, jiyana nû û hevpar pêk anîne û wiha domiya: “Şoreşa Rojava, şoreşa jinan a ku li Sûriyeyê ji aliyê jinan ve hat avakirin e. Li Rojhilata Navîn bû model. Lê belê DAIŞ û hêzên herêmî yên li pişt wê hewl dan êrîşî Kobanê ku jiyana hevpar lê hatibû avakirin bikin û şoreşa Rojava bifetisînin. Ji bo jinên ku ji Şengalê revandibûn bazarên koleyan ava kirin. Bi hezaran jinên Êzidî, Kurd û Ereb hatin qetilkirin, koçberkirin, revandin, tecawizkirin, derketina jinan a derve hat qedexekirin, sinet hat mecbûrkirin.”
Muxatabgirtina Talîbanê dê binpêkirina mafan meşrû bike”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku eşkere ye jin di tevahiya dîrokê de, bi taybetî li Rojhilata Navîn bi komkujiyeke mezin re rû bi rû mane û wiha hat gotin; "Îro, em bi heyranî li civînên hin rêxistinên ku nûnertiya wan li Afganistanê hene, temaşe dikin û bi qebûlkirina nûnerên Talîbanê wekî muxatab di qada navneteweyî de hevdîtinan li dar dixin. Li Efganistanê muxatabgirtina rêveberiya Talîbanê xetera dîtina binpêkirina mafan di rewşa heyî de meşrû dike.
"Xwesteka Tirkiyeyê ya ji bo hevkariya bi Talîbanê re cihê fikarê ye" 
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku rejîma Talîbanê navekî din ê newekhevî, binpêkirina mafan û mirina jinan e û bi van gotinan berdewam kir: "Berevajî gotinên vê dawiyê Serokomarê Tirk Erdogan ên der barê baweriya Talîbanê de, hem wekî jin hem jî Însyatîfa Têkoşîna Li Dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan Ji Bo Ewlehî û Aştiyê, gelek aliyên me bi baweriya Talîbanê re li hev nakin û Talîbana ku rêxistinêk dijminê jinan e nabe ku asayî û meşrû were dîtin! Dema ku piştgiriya aktîf a hikûmeta AKP'ê ji çeteyên mîna DAIŞ'ê re hema bêje ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê zanîn çêdibû; di heman demê de Peymana Konseya Ewropayê ya Derbarê Pêşîlêgirtina Tundiya li ser Jinê û Tundiya Navmalî û Têkoşîna Dijî Van, ji aliyê Biryarnameyek Serokomariyê ve nîvê şevê hat vekişandin, ji xeynî vê, coşa Tirkiyeyê ya ku li Afganistanê bi Talîbanê re dixebite bi qasî ku fikaran çêdike ewqas jî xeternak e! 
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang li hemû rêxistinên navneteweyî hat kirin: 
“*Ji bo çekdanîna Talîbanê di zûtirîn demê de divê bi lêzginî tedbîr werin girtin! 
*Divê demildest ceza li ser hemû hêz û dewletên ku alîkariya çekdarkirina Talîbanê dikin bên birîn!
* Divê her cure tedbîr bi lezgînî li dijî vê rejîma bi xeter werin girtin ku mafên jiyanê yên hemî komên li dijî-Talîbanê bi taybetî jin û zarokên li Afganîstanê, li ber çavan were girtin!
*Piştî ku ev tedbîr bên girtin, em di heman demê de bang dikin ku li dijî naskirina hikumeta Talîbanê derkevin û piştgirî bidin berxwedan û têkoşîna jinên Afganî ya li dijî faşîzma mêr a paşverû."