Ji bo pêşketina aborî foruma jinên Xezayê

Di şert û mercên aborî yên dijwar de li Şerîda Xezayê, foruma bi navê "Pêşengên Xezayê yên çandiniyê" karûbarên xwe didomîne.

RAFIF ESLEEM

Xeza- Foruma pêşengên Xezayê ji bo çandiniyê xizmeta jinan dike bi taybetî jinên ku hatine paşguhkirin, berî sê salan dest pê kirine û 250 jin tê de kar dikin ji bo piştgiriyê bidin û bikaribin projeyên xwe berdewam bikin.

Piştgiriyê dide forumê

Reem Arhim yek ji wan jinan e ku piştgiriyê ji bo forumê pêşkêş dike, dibêje ku wê di sala 2020’an de dest bi projeya xwe kiriye kêvroşkan xwedî dike, piştî li ser torên civakî reklameke forumê dîtiye û çûye gel wan piştgiriya darayî û gelek perwerde girtine. Li gel hevdîtinên jinan bi hev re ji bo sûdê ji ezmûn û pirsgirêkên hev bigrin mekanîzmayeke baş bi kar bînin.

Reem Arhim destnîşan kir ku wê projeya xwe ya xwedîkirina kêvroşkan veguherandiye çandina baxçe û berhemên xwe difroşe û bi pereyên ku jê digre pêdiviyên malbata xwe bi cih tine.

Guhertina avhewayê û bilindbûna pileyên germahiyê bi awayekî zêde yan kêmbûna wê yek ji astengiyên karê Reem Arhim e ku di encamê de kêvroşkên wê dimrin an jî kêm dibin. Lewre rêbazeke germkirinê zivistanan û sarkirinê havînan afirandiye ku torên  kizî bi avê re datîne jêr qefesan û heywan pir sar an germ nabin û jiyana xwe winda nakin.

‘Divê jin dest bi projeyên taybet bikin’

Reem Arhim bang li hemû jinan dike ku dest bi projeya xwe ya taybet bikin û sûdê ji pisporiya jinên serkeftî bibînin bi ezmûnên wan rabin da ku serkeftî bin û hêvî dike di rojên pêş de baxçeyên wê bibin rûbereke firehtir.

Koordînatora foruma pêşengên Xezayê yên çandiniyê Zainab Al- Abid diyar kir ku di forumê de 250 jin hene xwedî projeyên taybet ên heywanan an xwarinê ne, ji hemû beşan ango ji jinên ji zanîngehan derçûne heta jinên malbatan xwedî dikin ên dixwazin karê wan ê taybet hebe.

Ev projeyên biçûk ji ber gelek şert û mercan têk diçin weke dorpêçê û girtina riyan, kêmbûna hêza kirînê ya gel û guhertina avhewayê ku bandorê li ser projeyên çandiniyê dike. Lewre forum li ser esasê ku alîkariya jinan bike ava bûye.

‘Navend hewl dide pêwendiyên xwe bi wezaretên aborî û çandiniyê re çêbike’

Zainab Abid diyar dike ku forum jinên hatine paşguhxistin xurt dike ji bo bandorê li siyasetê bike û piştgiriya jinan bike, alîkariyan pêşkêş dike. Her wiha ji bo pêşxistina projeyên çandiniyê û berdewamiya piştgiriya aborî û civakî bidin jinan.

Navend hewl dide pêwendiyên xwe bi wezaretên aborî û çandiniyê re çêbike, di encama peymanên wan de 120 kert ji bo projeyên cuda derxistin, di encamê de rewatiyek zagonî ji bo karên jinan çêbû ku êdî berhemên xwe dadixin hemû bazarên Filistînê ji ber ku wezaretê projeyên wan ên biçûk pejirand û ew kert ne tenê ji bo projeyên mezin in.

Ji bo mekanîzmaya tevlibûna forumê û pîvanên wê, Zainab Abid girîngî dide hebûna projeyên jinan ên berdewam da ku jin îsbat bikin dikarin bi rêbazên herî baş bi rê ve bibin ji bo encamên karê xwe bigrin û rêbaz û alavên pêwîst ji bo kar li gorî krîzan bi pêş bixin ku bikaribin pêdiviyên malbatên xwe pêk bînin.

Forumê gelek însiyatîf li dar xistine

Li gorî Zainab Abid, forumê gelek însiyatîf li dar xistine weke însiyatîfa bazara hevgirtî bi armanca pêşbira tiştên ji derve tên û bihabûna madeyên xam û lawaziya hêza kirînê ya gel û nekarîna anîna alavên pêwîst ji bo pêşxistina projeyan ku berheman bi bihayeke dadwer bikirin. Piştî başiya wan teqez bikin bi riya wezaretên çandiniyê û aborî û pişt re bi riya komeleyên navxweyî li Şerîda Xezayê bidin jinên hatine paşguhxistin. Projeyên biçûk ên jinên li Şerîda Xezayê îsal gihîştin 2000 projeyan, ev jî armanca forumê ye weke Zainab Abid diyar kir ku tevî hemû astengiyan jî aboriya cîhanê li ser projeyên bi rêveberiya jinan ava bûye.