Ji bo parastina zeviyan komîteya parastinê hat avakirin

Meclisa Navçeya Til Temira Kantona Cizîrê ji bo demsala 'Zêrê Zer' bê şewat derbas bibe, komîteya parastina zeviyan ava kir.

Hesekê - Ji bo werza genim û ceh meclisa navçeya Til Temira Kantona Cizîrê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek ku Tev-Dem, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, HPC-JIN, Kongra Star û saziyên din tê de amade bûn, li dar xist.

Li ser armancên civînê hevserokê Meclisa navçeyê Mihemed Seîd û Şêwirmendê hevserokê meclisê Nûhilat Kobanê axivîn. Di axaftinan bal li ser girîngiya parastina genim hat kişandin û hat gotin ku divê li dijî hemû cureyên êrîşan gel bi tedbîr tevbigere. Her wiha hat diyarkirin ku girîng ew e di werza çinîna genim û ceh de her kes şiyar be, da ku em bikaribin bê zirar genim û ceh biçinin û aboriya herêmê geş bikin.

Komîteya parastinê

Di civînê de li ser rê û rêbazên parastina werza genim û ceh îsal nîqaş hatin kirin. Weke encama civînê komîteya parastina zeviyên genim û ceh ji meclisa navçeyê û bajarokên wê, komîteyên çandiniyê, Şaredariya Gel, tîmên agirkujiyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Asayîş û Trafîk, HPC/HPC-JIN, Saziya Elektrîkê, Sotemenî, Yekitiya Cotkaran, Yekitiya Kedkaran, Tevgera Ciwanên Şoreşger û nexweşxaneyê pêk tên, hat avakirin.

Li ser armancên vê komîteyê, erka cotkaran û çareserkirina astengiyên salên borî jî hevseroka meclisa navçeya Til Temirê Gulîxan Sofî ji ajansa me re axivî.

'Komîte hat avakirin divê cotkar bi şev û roj nobetê bigrin'

Gulîxan Sofî got ku êdî ew îsal ber bi dawiya werza çinîna ceh û genim ve diçin û wiha domand: "Gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hê jî didomin, ji lewre ger agir bi koşeyek zeviyê bikeve wê zirareke mezin bigihîje zeviyên din û şewat berfireh bibe, wisa jî dê zirar bigihîje aboriya civakê. Ji bo ku em bikaribin îsal bi awayekî bê zirar û bi tedbîr werza çinîna ceh û genim dest pê bikin û bi dawî bikin jî pêwîstî bi perspektîf û avakirina komîteyeke parastinê hebû. Komîte hat avakirin lê erka herî mezin dikeve ser cotkaran ku bikaribin zeviyên xwe biparêzin û bi şev û roj nobedariyê bikin. Komîteya me jî amade ye ku çi li ku derê biqewime, demildest destwerdanê bike û şewata ku derkeve sînordar bike. Her saziyek di vê komîteyê de xwedî erkek e, ji lewre em ê di nav hewldanan de bin ku barê cotkaran sivik bikin û bi hev re alîkar bin heta werz bê zirar derbas bibe."

'Em zêrê zer biparêzin û planên dijmin pûç bikin'

Gulîxan Sofî da zanîn ku ji bo barê cotkaran sivik bikin, 3 cihên nêzî navçeyê ji bo valakirina ceh û genim diyar kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me astengî û zehmetiyên cotkaran di ber çavan re derbas kir û riyên çareseriyê ji wan re dît. Ji bo valakirina barê ceh û genim 3 cih (Qesrik- Mêlebiyê-Hitîn) yên li dora navçeya Til Temir û bajarê Hesekê hatin diyarkirin lê daxwaza me ji cotkaran ew e ku giyayên di nava riyên zirav ên di nav zeviyan de çêbûne rakin da ku pêşî li şewatên muhtemel were girtin. Di nav vê mehê de em şiyar bin, nobedariya zeviyên xwe bikin û zêrê xwe yê zer bêyî ku zirarê bibîne, rakin û sûdê li malbat û welatê xwe bikin, di heman demê de planên dewleta Tirk pûç bikin."