Lêgerîna tazî ya li rojnameger hat ferzkirin di rojeva meclisê de ye

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, di hucreya yek kesî de girtina nûçegihana MA’yê Esra Solîn Dal û lêgerîna tazî ya li ser wê hat ferzkirin bir rojeva meclisê.

Enqere - Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, der barê lêgerîna tazî ya li ser nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal a di 26’ê Nîsanê de hatibû girtin de, pêşnûmepirs pêşkêşî meclisê kir.

Di pêşnûnameya ku hat xwestin, Wezîrê Edaletê yê Tirk Yilmaz Tunç bibersivîne de wiha hat gotin: “Bi tenê girtina Esra Solîn Dal di hucreyê de şert û mercên tecrîdê ye û tecrîd rêbazeke îşkenceyê ye. Her wiha lêgerîna tazî ya di ketina girtîgehê de rast hat jî li dijî rûmeta mirovahiyê ye û muameleyek xerab e.

Di pêşnûnameya ku madeyên Hevpeymana Mafên Medenî û Siyasî ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêziknameya Înfazê cih girtin de, wiha hat gotin: “Dema li pêkanînên rêveberiya girtîgehan tê nêrîn, tê ditîn ku lêgerînên tazî heta asta dawî keyfî ye, bêyî nîşaneeyk maqûl û cidî ya li gorî mewzuatê gef li ewlekariya saziyê dixwe hebe, bêyî ku tedbîrên hesta şermê ya kesê binpê bike bên girtin li ser girtiyan tê pêkanîn. Her wiha ne diyar e ku ev lêgerîn bi biryara kê û ji aliyê kê ve hatiye kirin û bi awayekî otomatîk bêyî îstîsna li dijî hemû girtiyên ku dikevin girtîgehê tê pêkanîn."

Di pêşnûmeyê de ev pirs hatin pirsîn:

* Ji roja ku Esra Solîn Dal hatiye girtin ve heta niha çima pûrtikên ku daxwaz kirine nehatine dayîn?

* Sedema ku Esra Solin Dal di hûcreya yek kesî de tê girtin çi ye? Kê ferman daye ku di hucreya yek kesî de bimîne? Dê kengî biçe qawişê?

* Ji ber ku girtina girtiyan di hucreyên yekkesî de tecrîd û îşkence ye, hûn weke wezaret plan dikin ku li ser vê mijarê lêkolînek bikin?

* Dema were fikirandin ku lêgerîna tazî li dijî rûmeta mirovî ye, ji aliyê kê ve talîmata lêgerîna tazî ya Esra Solîn Dal hatiye kirin.

* Di mewzûata têkildarî Esra Solîn Dal de "made yan jî eşyayê ku diviyabû neketa girtîgehê" çi bû ku pêdivî bi lêgerîna tazî hatibû dîtin?

* Ger emareyek wisa hebe ji bo tesbîtek cuda were kirin çi hat kirin? Çima bi tesbîtek cuda nehatiye pêkanîn?

* Lêgerîna tazî ya li hemû girtîgehan bê îstîsna li ser hemû girtiyan tê sepandin, beriya ku şert û mercên di qanûnê de bên bicihanîn ma ev yek nade nîşandan ku veguheriye pêkanîneke kêfî û otomatîk? Hûn li dijî vê bêhiqûqiyê di qanûnê de guhertinan dikin?

* Ji ber ku lêgerîna tazî muameleya xerab e, gelo we li dijî rayedarên dewletê ku sûcên îşkence û muameleya xerab kirine lêpirsîn daye destpêkirin?

* Ma hûn difikirin ku gavek bavêjin da ku lêgerînên tazî bi tevahî ji qanûnê derxînin ku hesta şermê di mirovan de çêdike û li dijî rûmeta mirovî ye?”