Ji bo parastina çand û kelepûrê û piştgiriya aborî ji jinan re pêşangeh hat vekirin

Komeleya pêwendiyên jin, ciwan û zarokên Libyayê li bajarê Bingazî bi navê EL-Defîre û EL-Tebeq de hem ji bo parastina çand û kelepûrê hem jî ji bo di aliyê aborî de jin bikarin debara xwe bikin pêşangeha berhemê jinan hat vekirin.

IPTÎSAM AXFÎR
Bingazî - Komeleya pêwendiyên jin, ciwan û zarokên Libyayê li bajarê Bingazî bi pêşangehek berhemên kevneşopî di bin navê EL-Defîre û EL-Tebeq de vekirin. Endama komeleyê Emîne EL-Mexribî diyar kir ku divê bi aweyekî cidî mafên jin û zarokan di civaka Libyayê de werin misogerkirin.
Endama komeleya pêwendiyan Emîne EL-Mexribî da zanîn ku armanc ew e ku bi pêşengeha EL-Defîre û EL-Tebeq, parastina çand û kelepûran û di warê aborî de piştgiriya jinan e da ku bikaribin derbasî sûka kar bibin.
Ji bo parastina kelepûra çandî ye
Komeleya pêwendî ya jin, ciwan û zarokên Lîbyayê li bajarê Bingazî bi pêşangeheke berhemên kevneşopî di bin navê EL-Defîre û EL-Tebeq de vekir. Ev pêşangeh ji bernameya berhemên kevneşopî re wekî encam bû ku ew jî ji bo hêzdarkirna jinan di warê aborî de her wiha piştgiriya projeyên biçûk û parastina kelepûra çandî.
Pêşangeh 10’ê Adarê roja Çarşemê li navenda rêxistina Birah li Bingazî hat vekirin û sê roj domiya.
Dewreya ku çend hefteyan berdewam kir li ser pîşesaziyên kevneşopî yên Lîbyayê sekinî û komek ji jinên koçber li bajarê Bingazî tevli dewreyê bûn. Armanc ji vê dewreyê perwerdekirina li ser pîşesaziya wergirtî ji pelên dara xurmeyê ya ku bajarê Tewr Xaa bi wê navdar e bû.
Armanc hêzdarkirina xort, jin û zarokan e
Der barê vê pêşangehê de yek ji endamên komeleya pêwendiyan Emîne EL-Mexribî dibêje, ku armanca komeleyê bilindbûna hêza xort, jin û zarokan e, der barê vê yekê de gelek bername amade kirine her wiha armanca komeleyê hêzdarkirina aborî û siyasî li gel jin û xortan e. Divê bi  awayeke cidî mafên jin û zarokan di civaka Lîbyayê de werin misogerkirin.
Emîne EL-Mexribî di berdewamiya axaftina xwe de got ku ev pêşangeh di encama keda dewreya perwerdeyê ya ku çend hefteyan dirêj kir de çêbûye ku ew jî ji bo piştgiriya jinan di warê aborî de û derbasbûna sûka kar re ye da ku debara jiyana xwe di hundirê mala xwe de bikin û parastina beşek ji kelepûra Lîbyayê bi xwe pêk bînin.