Ji bo nexweşa penceşêrê Ayşe Ozdogan a girtî banga berdana lezgîn

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo nexweşa penceşêrê Ayşe Ozdogan bang berdana lezgîn kir û da zanîn ku nexweşiya wê di qonaxa 4’emîn de ye.

Enqere- nîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bi armanca balê bikişînê ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 370’emîn a çalakiya xwe de, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Lijneya Rêveber a Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen li ser navê înîsiyatîfê di civînê de axivî. 
“Nexweşiya Ayşe di qonaxa 4’emîn de ye”
Nûray Çevîrmen, bal kişand ser rewşa girtiya nexweşa penceşêrê Ayşe Ozdogan a li Girtîgeha Tîpa L a Doşemealti ya Antalyayê dimîne. Nûray Çevîrmen, diyar kir ku nexweşiya Ayşe Ozdogan a penceşêrê di qonaxa 4’emîn de ye û her diçe rewşa wê girantir dibe. Nûray Çevîrmen, dest nîşan kir ku divê cezayê Ozdogan ji ber nexweşiya wê bê taloqkirin û ji bo parastina mafê wê yê jiyanê banga serbest berdana lezgîn kir.