Ji bo Meşa Şeva Femînîst a li Îzmîrê banga tevlîbûnê hat kirin
Jin bi hev re bi hêz in Îzmîr, ji bo Meşa Şeva Femînîst a ku wê di 8'ê Adarê de bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.
Îzmîr- Jin bi hev re bi hêz in Îzmîr, ji bo Meşa Şeva Femînîst a 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê saet di 19.30'an de li Alsancak Kolana Şehîdên Kibrisê bê li darxistin, belavok belav kirin. Destpêkê jinên ku li Karşiyaka Çarşiyê belavok belav kirin bi ferîbotê çûn Konak Alsancakê. Jinên ku di ferîbotê belavok belav kirin, piştre jî li Alsancak Kolana Şehîdên Kibrisê jî belavok belav kirin.
Jinan banga tevlîbûna 8'ê Adarê ji bo bilindkirina daxwazên jinan ên li herêma erdhejê kirin, anîn ziman ku ew ê bê bêdengî, tirs û îtaet bijîn û wê bi hev re bi hêztir bibin û ji faşîzmê hesab bipirsin. Jinên ku belavok belav kirin bê navber dirûşmeyên “Ev ne erdheje, komkujî ye” û “Bijî 8’ê Adarê, bijî têkoşîna me” berz kirin. Belavkirina belavokan li îskeleya Konakê qediya.
Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn
Bi derbasbûna meha pêşîn a erdhejê re jin ji bo bîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane li Alsancak Kolana Şehîdên Kirbrisê kom bûn. Jinên ku nîv saetê çalakiya rûniştinê pêk anîn pankarta “Em êş, hêrs û şîna xwe di meha pêşîn a erdhejê de parve dikin” vekirin.