Zarokên 'karker': Ji bo me rengê jiyanê tenê gewr e
Li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, di ‘karkeriya zarokan’ de zêdebûn heye. Muhammedê 13 salî ku yek ji van 'karkeran e' tevî temenê xwe yê biçûk jî dibêje: "Ji bo me zarokên ku dixebitin rengê jiyanê tenê gewr e.”
AGRÎN HOSSEÎNÎ
Dîwandere - Karkeriya zarokan ku li Îranê roj bi roj zêde dibe, bi taybetî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê her ku diçe belav dibe. Di cîhana ku tijî bêedaletî ye, zarok tên xebitandin, ber bi madeyên hişbir ve tên kişandin, tên zewicandin û neçarî êrîşa zayendî tên kirin. Ji ber xizanî, nexweşî yan jî mirina dayik û bavan, hepskirin, hevberdan û gelek sedemên din ên malbatî, zarok neçar dimînin bixebitin. Bi milyonan zarok li şûna ku bala xwe bidin ser mafên xwe yên xwezayî yên perwerde û mezinbûnê, neçar in ji bo ku jiyana xwe bidomînin alîkariya malbatên xwe bikin di karên giran û zehmet de bixebitin.
7 milyon zarokên karker hene
Tevî ku der barê hejmara zarokên li bajarên Îranê kar dikin de îstatîstikên bi ewle û rast nîn in jî her sal zêdetir zarok neçar dimînin dev ji xwendinê berdin. Hin dane behsa hebûna 2 milyon zarokên karker dikin. Li gorî îstatîstîkên ne fermî, tê texmînkirin ku 7 milyon zarokên di bin temenê 15 salî de kar dikin. Li navçeya Sane ya bajarê Dîwandereyê jî gelek zarokên ku li parkan dixebitin hene.
'Gelek xeyalên me hene'
Yek ji wan jî zarokê bi navê Mihemed e. Muhammed ê ku diyar kir 13 salî ye, wiha axivî: “Sê xwişkên min hene. Ez li Rashîd Abadê, gundekî biçûk ê Dîwandereyê dijîm. Bavê min cotkar e û piştî dibistana min tê girtin ez têm bajêr. Ji sibê heta danê nîvroyê li parkê dixebitim. Dahata ku ez ji vî karî digrim pir hindik e û tenê têra kirêkirina wesayîdê dike. Ji bo me zarokên ku dixebitin rengê jiyanê gewr e. Di dilê me de gelek xeyal hene. Ez neçar im debara malbata xwe bikim lê malbata min ji karê min ne razî ye. Dema ez bêkar bim jî wijdanê min qebûl nake."