Ji bo lîstikvanên Îranî piştgirî

Komeleya Derhênerên Sînemaya Îranê û Lijneya Bilind a Hilberînerên Sînemayê, di daxuyaniya xwe ya hevpar de piştgirî dan lîstikvanên jin ên ku ji kar hatine qedexekirin, hunermendan jî bertek nîşan dan.

Navenda Nûçeyan – Rêvebirê çavdêrî û nirxandina Rêxistina Sînemaya Îranê Habib İlbeygi û Wezîrê Çand û hûner Mihemed Mehdî Îsmaîlî rojên borî ragihandin ku 20 lîstikvanên jin ên sînemaya Îranê cig digrin, bi hinceta ku piştgirî dane serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ji xebat meşandina wan hatiye qedexekirin.

Piştî vê daxuyaniyê Komeleya Derhênerên Sînemaya Îranê û Lijneya Bilind a Hilberînerên Sînemayê, bi daxuyaniyeke hevpar bersiv dan gotinên Habib İlbeygi û Muhammed Mehdî Îsmaîlî. Ev her du saziyên sînemaya Îranê, li dijî hicebeya ferzkirî piştgirî dan lîstikvanan, ragihandin ku ew rêz nîşanî biryara jinan didin û dê li dijî Wezareta Çand û hûner lêpirsin bidin dest pê kirin. Di daxuyaniyê de, ev helwesta li hemberî sînemaya Îranê wek bêhiqûqiyek hate pênase kirin, hate diyar kirin mafê bijartinê ya lîstikvanên jin jî tê piştgirî kirin.

Rol girtina wan hat qedexekirin

Rêvebirê çavdêrî û nirxandina Rêxistina Sînemaya Îranê Habib İlbeygi 25’ê Cotmehê beşdarî civîna ku ji wan Baran Kosari, Vişka Asayesh, Tarane Alidusti, Katayun Riyahi, Pantea Behram, Fateme Motemed Arya, Golab Adine, Afsane Baygan, Hengame Qaziyani, Pegah Ahengerani, Meryem Bubani, Şaqaiq Dehgan jî heye ragihand ku ji ber ku hicaba neçarî li ser serî negirtine, ji kar hatine qedexe kirin. Habib İlbeygi diyar kir ku ji bo fîlmçêker ji ber ku gelek pere xerc kirine mexdûr nebin dê fîlmên berê yên van lîstikvanan gav bi gav bên weşandin û got: "Lê belê ji niha û pê ve ev lîstikvan wê nikaribin di fîlmên nû de bilîzin.”

Ji lîstikvanan parvekirina hevbeş

28’ê Cotmehê roja yekşemê lîstikvan Tarane Alidusti li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal li ser bûyera herî dawî ev parvekirin kir: "Eger ez di fîlmên we de nelêyzin, kêliyek jî nefikire ku yên qedexe li min kirine hûn in. Sedema ku em pişta xwe didin sînemaya we, ew e ku di hicabeya ku hûn di flîman de li hemam û li odaya razanê bi zorî li me dikin de, hêj xwîna me diherîke. Ez ê carek din ew hicabeya ku xwişkên min qetil dike, di filîmê wê de li xwe nekim.”

Lîstikvan Hengame Qaziyanî ku di dema serhildanê de hat binçavkirin jî, der barê biryara qedexeyê de wiha nivîsî: "Min berê li hucreyê dawî li lîstikvaniya xwe anî û piştre min ev tek dîsa got. Niha hûn difikirin ku we min qedexe kiriye? Nîşanek girîng a kesayeta min a hunerî, ew e ku ez hurmeta xwe ya ji bo xwe diparêzim.”

'Ma hûn kê ne?’

Yek ji lîstikvanên ku navê wê di lîsteyê de cih digire Dûnya Madanî jî li ser hesabê xwe ya İnstagramê ev parve kirin kir: "Ji bo min şeref û serbilindî ye ku ez ne di bine desthilatdariya tu rejîm an jî dewletekê de me.” Lîstikvanek din ê ku hat qedexekirin Katayun Riyahî jî li ser hesabê xwe ya Instagramê bersiva daxuyaniya Wezîrê Çand da û wiha got: "Şerefa min destûr nade ku ez di sînemaya roja me ya îro de bixebitim. Ma hûn kê ne?”

Her wiha lîstikvana sînemaya Îranî Pantea Behram jî li ser hesabê xwe ya Instagramê çîrokek weşand û wiha got: "Qedexekirin ne xema min a dawî ye."