‘Ji bo ku stres û travma zêde nebin divê ji jinan re qad werin avakirin’
Derûnînas Ayliz Onayliya ku ji roja ewil a erdhejê vir ve li qadê xebat dimeşîne, bal kişand ku stres li jin û zarokên ku li herêma erdhejê ne xwediyê hawirdoreke kolektîf û komînal in hîn zêdetir zêde bûye û da zanîn ku bihevrebûn hêviyê dide mirovan.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Semsûr- Piştî du erdhejên mezin ên navenda wan Mereş e 18 roj derbas bûn. Mirovên ku hezkiriyên xwe, mal û malbatên xwe windakirin di şert û mercên zehmet de û bi taybetî ji ber erdhejên biçûk di nav fikaran de dijîn. Mexdûrên erdhejê li bajarê ku dişibe qadekî şer ji bo bijîn têdikoşin. Derûnînas Ayliz Onaylı ku ji roja ewil a erdhejê vir ve li gelek bajar û gundan xebatan dimeşîne, çavdêriyên xwe û tiştên ku divê bên kirin ji ajansa me re vegot.
'Li cihên ku rêxistinbûn tune ye mirov xwe bê ewle û bêçare hîs dikin'
Ayliz Onaylî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku di nava gel de bêçaretî û bêewlehiyeke mezin heye û wiha axivî: “Gel ji rêxistina xwe cuda, bêbaweriyeke mezin hîs dike. Li vir dema mirov hewl dide ji aliyekî ve çareser bike, li aliyekî jî hewl dide pêdiviyên xwe yên şênber bi cih bîne. Her du bi hev re carna zehmet dibin. Li cihekî ku rêxistinbûyîn heye rewşên wiha tên derbaskirin lê dîsa jî ne mimkun e mirov bibêje xisar tune ye.”
'Jinûveavakirin bi hev re pêkan e'
Ayliz Onaylı, bal kişand ku stres bi jin û zarokên ku li herêma erdhejê ne xwediyê hawirdoreke kolektîf û komînal in hîn zêdetir zêde bûye û da zanîn ku bihevrebûn hêviyê dide mirovan. Ayliz Onaylı diyar kir ku jinûveavakirina jiyanê bi coş û hêviyê derbas dibe û wiha got: “Tişta ku em herî zêde li gundên em lê dinihêrin çavderî dikin ew e ku em bi hev re pir baştir dibin. Ji ber ku ji bo jinûveavakirina jiyanê pêwîstî bi coş û hêviyê heye. Mirov bi hev re bi hêsanî dikare vê yekê misoger bike. Hîn jî depresyona ku ji ber jin û zarokbûyinê bi tenê tê hiştin berdewam dike. Ev rewş hê jî tundtir berdewam dike. Ji ber ku her dem ji dayikan tê hêvîkirin ku li zarokên xwe xwedî derkevin, derfeta wan nîn e rûnin û bi aqilek aram pêdiviyên xwe bifikirin.
'Jinûveavakirina dibistanan ji bo zarokan pir girîng e'
Ayliz Onaylî bal kişand ku di vê pêvajoyê de jinûveavakirina dibistanan ji bo zarokan pir girîng e û wiha got: “Tişta herî mezin a ku em dikarin li vir bikin tesbîtkirina xisarên li gund û navçeyan e. Mirov bêyî ku neçarî koçberiyê bibe, çawa dikarin li cihên heyî jiyana xwe bimeşînin? Em li vir, ji bo xebatê bimeşînin û li aliyekî jî ji mirovan re bidin hîskirin ku ne bi tenê ne. Jinûveavakirina dibistanan ji bo zarokan pir girîng e. Dibistan ji bo zarokan cihê herî tedawîkar in, ji ber ku ew dikarin bi hevsalên xwe re bi derdorên cuda yên civakî re rû bi rû bibin.”
'Divê ji bo jinan qadek bê avakirin'
Ayliz Onaylı, diyar kir ku ji bo travmaya heyî ya jinan zêde nebe, pêwîst e ji bo jinan qadek bê avakirin û wiha got: "Vê erdhejê rewşa zext û zordariya li ser jinan pir kûrtir kir." Ayliz Onaylı destnîşan kir ku jinên bi çanda serweriya mêr re têdikoşin niha di nava tevlihevbûna ahengê de ne û tiştên ku divê bên kirin wiha rêz kirin: "Lênêrîna malê û keda hundirê malê dema li ser jinan pir zêde kedxwarî heye, aliyekî vê rewşa windakirina mala xwe, li konan bi tevahî avakirina nîzameke pir cuda li ser jinan bûye bar. Ev rewş ji wan re wek berpirsiyarî tên pêşkêşkirin û divê pêkanîna van tiştan berdewam bike. Ger wisa neke, ev yek wekî qelsiyê tê dîtin û ev dibe sedem ku fikar û stres hîn zêdetir bibe. Beriya her tiştî divê ji jinan re were hîskirin ku ne bi tenê ne û dive bêçare nebin.”