Ji bo ‘komîteya komkirina agahiyan’ a derbarê Îranê de 3 jin hatin erkdarkirin

Konseya mafê mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafê mirovan li Îranê heyetek lêkolînê hat avakirin û 3 jin hatin erkdarkirin.

Navenda Nûçeyan – Konseya mafê mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY), ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafê mirovan li Îranê heyetek lêkolînê hate avakirin û endamên wê lêkolînê diyar bûn. Di daxuyaniya konseyê de seroka Konseyê û balyoza Arjantîn yê ofisa Cenevre ya NY Federico Villages û sê parêzerên serbixwe û ji bo şandeya lêkolînê hatin erkdarkirin.

 Heyeta ji sê kesan pêk tê

Yek ji parêzerên dadgeha bilind ya Bangledeşê Sara Hisên, profesorên qanunê yê zanîngeha Warwic û ji eslê xwe pakistanî Şahîd Serdar Elî û Viviyana Kirîstîçiviç a Arjantînî ku Rêveberê Pêkanîna Dad û mafê Navneteweyî (CEJIL) ye ji bo lêkolînkirina bûyerên li Îranê hatin erkdar kirin.

Konseya mafê mirovan ya Netewên Yekbûyî (NY) ji bo ew bê mafiyên ku lê Îranê tên kirin lêkolînn bikin civiyan û zextên komara Îslamê yên li beramberî xwepêşanderan werin lêkolînkirin ji bo avakirina komiteyê ji 16 welatan piştgirî hat girtin û biryar hatin girtin. Ev biryar ku pêşkêşî Almanya û Îzlanda hatî kirin bi 25 dengên erênî hate pejirandin.

Endamên heyetê wê di derbarê rewşa mafê mirovan ya li Îranê de rapora yekem wê di danaşîna konseyê ya Hezîran 2023’an de were aşkira kirin û wê hurguliyên raporê ji di danîşan Adara 2024’an de were parvekirin.