Ji bo Kampa Holê bang li civaka navnetewî hat kirin

Rayedarên Iraqê bang li civaka Navneteweyî kirin ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên li Kampa Holê dimînin bişînin welatên wan, diyar kirin ku Kampa Holê ne tenê pirsgirêka Sûriyeyê ye.

Iraq – Duh li peytexta Iraq Bexdayê der barê Kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de konferansek hat lidarxistin. Di konferansê de rayedarên Iraqê, nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên Iraqê, hinek endamên koalîsyona navneteweyî yên têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û sefîrên hinek welatan beşdar bûn.

‘Pirsgirêka Kampa Holê ji bo Iraqê bûye mijara herî girîng a neteweyî’

Li gorî nûçeya ajansa dewleta Iraqê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Iraqê Ehmed Sahhaf di daxuyaniya xwe de wiha got: “Çareserkirina pirsgirêka Kampa El Holê, ji bo Iraqê bûye berjewendiya herî girîng a neteweyî.” Sahhaf, bang li civaka navneteweyî, hemû welatên welatiyên wan li kampê ne kir ku wan di demeke kin de bişînin welatên wan da ku kamp bê girtin. Ji ber ku kamp bûye baregeheke navendî ya xeternak.

 Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Eracî ku di konferansê de axivî û got: “Iraqê di nava hefteyekê de 5 hezar û 569 welatiyên xwe ji Kampa Holê girtine.

Li kampê nêzî 25 hezar Iraqî dimînin

Li ruxmê vegerandinan li kampê nêzî 25 hezar Iraqî dimînin û ev hejmar hema bibêje ji nîvê nufûsa kampê pêktê. Kampa ku nifusa wê 73 hezar e, hejmarek zêde bi hezaran Sûriyeyî û Iraqî piştî ku rê hat dayîn vegeriyan malên xwe kêm bûye. Lê belê welatên din li dijî vegera hemwelatiyên xwe ne. Di destpêka vê mehê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)’ê ragihandibû ku 50 çeteyên DAIŞ’ê yên Iraqê radestî Bexdayê kirine û diyar kiribûn ku wê 170 Iraqiyên li kampê dijîn vegerînin welatê wan.

Ragihandibûn ku dê DAIŞ’yan bidarizanîn

Hevserokê Daîreya çapemeniya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mele Îbrahîm destnîşan kirbû ku li gorî qanûnên navneteweyî û herêmî bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji 60 welatan li girtîgehên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin wê werin darizandin.

Li kampê ji 60 netewên cuda 8 hezar jin û zarokên DAIŞ’ê hene

Di Adara 2019’an de piştî çeteyên DAÎŞ’ê ji aliyê QSD’ê ve hatin têkbirin, bi deh hezaran kes birin Kampa Holê. Piranî jin û zarok, hevjînên çeteyên DAIŞ’ê jî di nav de, nêzî 51 hezar kesên Iraqî û Sûriyeyî dimînin. Avahiyeke din a kampê ku nêzî ji 60 neteweyên cuda 8 hezar jin û zarok lê dimînin, heye. Careke din koçberên ku li beşek din a kampê dimînin kesên ku demek dirêj di bin bandor û kontrola çeteyên DAIŞ’ê de mane ne. Mezinkirina zarokan li gorî hişmendiya rêxistina terorîst a DAIŞ’ê li kampê, ji bo cîhanê û mirovahiyê xeteriyeke mezin e. Li ruxmê ku DAIŞ hatiye têkbirin jî hucreyên razayî li Iraq, Sûriye û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên xwe berdewam dikin. Di salên borî de sûcên li dijî mirovahiyê li kampa Holê hatibûn kirin, ketin çapemeniyê.