Ji bo jinên Afganî qedexeya nû ya kar!
Wezîrê Aboriyê yê Talîbanê bi biryarnameyekê karkirina jinên Afganî di saziyên sivîl û saziyên taybet de qedexe kir û ji saziyên neteweyî û navneteweyî re şand.

Navenda Nûçeyan – Li Afganîstanê Talîban her roj biryarnameyek nû îmze dike ku jinan ji qada giştî dûr bixe. Yek ji van qanûnên li dijî jinê ku cîhan bê deng lê temaşe dike, duh hat ragihandin. Wezareta Aboriyê ya Talîbanê karkirina jinan di saziyên sivîl ên neteweyî û navneteweyî de qedexe kir. Sedema qedexeyê jî ew bû ku jin guh nedane laçika Îslamî. Di qerarnameya ku ji rêxistinan re hat şandin de jî gefa ku lîsansa xebatê ya rêxistinên ku li gor biryaran tevnegerin bên betalkirin jî cih girt.
‘Karmendên jin derbixin’
Di daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê Wezaretê ve hat dayîn de wiha hat gotin: “Di van demên dawî de gazindên li ser laçika îslamî û ne li gorî rêziknameyên qanûnî yên derbasdar tên kirin. Ev binpêkirin di qadên xebatê yên jinan ên saziyên sivîl ên hundir û derve de hatiye ferqkirin. Di nameya fermî de me hişyarî da rêxistinên xwemalî û biyanî ku ger li gorî biryarê tevnegerin dê lîsansa wan bê betalkirin. Wezareta Aborî ji lênêrîn û çavdêrîkirina xebatên rêxistinên sivîl berpirsyar e. Ferman li hemû saziyan hat dayîn ku heta daxuyaniyeke din jinên kardikin dest ji karên xwe berdin.”
Zincîra qedexeyan
Talîban heya roja îro li jinan ajotina maşîna, çûna dibistanên navîn û zanîngehê, li park û cihên giştî gerîn, li saziyên dewletê xebitîn, seyehet kirin, ji malê bê mêr derketin, stran gotin-derketina ser dîkê, wêne çêkirin, di televîzyonan de rûyê wan vekirî pêşkêşî kirin û di rêzefilman de lîstin qedexe kiribû.