Ji bo Jîna Emînî û 'Jin, Jiyan, Azadî' Xelata Sakharovê

Parlamenta Ewropayê Xelata Azadiya Fikrî ya Sakharovê da jina Kurd a ciwan Jîna Emînî ya hate qetilkirin û tevgera jinê ya 'Jin, Jiyan, Azadî'.

Navenda Nûçeyan - Xelata Azadiya Fikrî ya Sakharov ji sala 1988’an û vir ve ji aliyê Yekitiya Ewropayê ve tê dayîn û xelateke naskirî ye. Parlamenta Ewrupayê Xelata Azadiya Fikrî ya Sakharovê da jina Kurd a ciwan Jîna Emînî ya hate qetilkirin û tevgera jinê ya 'Jin, Jiyan, Azadî'.

Seroka Parlamenta Ewropayê Roberta Metsola got: “Jîna Emînî 16’ê Îlona 2022’an ji ber ku serê xwe nenixumandiye ji aliyê polîsan ve hate girtin û piştî sê rojan bi rengekî hovane hate qetilkirin. Ev yek bû serdemeke diyarker.”

Her wiha Roberta Metsola diyar kir ku vê buyerê tevgerek bi pêşengiya jinê da destpêkirin ku cihê xwe di dîrokê de girt û got: “Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Îranê veguherî qîrînekê ku her kesên daxwaza wekhevî, rûmet û azadiyê dikin li dora wê li hev kom bûn.”

Jîna Emînî 16’ê Îlona 2022’an li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqê ve hatibû qetilkirin û ev yek bûbû sedema destpêkirina raperînekê.