Ji bo jiholêrakirina tunditûjiyê plansazî hat çêkirin

Planek ji bo jiholêrakirina tundîtujiyê di nava civakê de pêşkêşî rêveberiya pêşîlêgirtina tundîtujiya li hemberî jin û malbatê hat kirin.

Silêmanî- Îro danê sibehê di çarçoveya projeya ‘17 armancên tora geşepêdana pêrew’ de hinek rêxistin beşdarî projeyê bûn û serdana rêveberiya pêşîlêgirtina tundîtujiya li hemberî jin û malbatê li Silêmaiyê kirin. Di serdanê de ji aliyê Hîsam Berzencî serokê rêxistina geşepêdanên aboriya Kurdistanê Kido ve ev plan hat xwendin ku amadekarî ji bo birêvebirina pêşîlêgirtina tundîtujiya li hemberî jin û malbatê were kirin û xebat wê li ser bidin meşandin û armanca wê jiholêrakirina tundîtujiyê ye.
Di vê planê de behsa sedemên tundîtujiya di nava civakê de hat kirin. Riya çareseriyê ew e ku alî erka jiholêrakirina tundîtujiyê bigrin ser milên xwe. Divê li ser rêxistin û aliyên îdarî yên hikumetê hewla jiholêrakirina tundîtujiyê hebe.
“Armanc jiholêrakirina tundîtujiyê ye”
Rahêner û endama Kîdo Tirîfe Celal di derbarê pilanê de axivî û got: “Ew plana ku hetiye danîn divê heta sala 2030’an were bicihkirin. Demek dirêj ji bo karkirina li ser projeyê pêwîst e. Yek ji xalên di nava vê peyrewê de jiholêrakirina tundîtujiya civakê ye. Em dixwazin planek daynin ji bo ji holê rakirina tundîtujiya ku herî zêde li beramberî jinan tê kirine. Sedemên wê jî diyar in. Her pirsgirêkek radestî aliyê pêwendîdar wê were kirin. Ya herî girîng çareserkirin û jiholêrakirina tundîtujiyê ye.”
Tora geşpêdanê
Di sala 2015’an de ji aliyê NY’yê ve hatiye damezrandin. Kar ji bo 17 armancan dike. Her yek ji van armancan çend mebestên wê hene. Li herêma Kurdistanê zêdeyî 40 rêxistin û sendîka û hinek kar tê de dikin û her tim xwedî endamên nû ne.