Ji bo înfaza cezayê qamçiyê bangî Ezam Ahukalander kirin
Ezam Ahu Kalandar a ku di yekemîn salvegera serhildanên 'Jin Jiyan Azadî' de hatibû girtin û piştre bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, ji bo 30 qamçiyên ku lê hatibû birîn ji aliyê dozgeriyê ve hat vexwendin.

Navenda Nûçeyan – Ezam Ahu Kalander ku di yekemîn salvegera serhildanên “Jin Jiyan Azadî” yên di 16ê Îlona 2022’an de li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiribûn, hatibû girtin û piştre bi kefalet hat berdan, ji bo cezayê 30 qamçiyan lê hatibû birîn, Şaxa 5’an a Serdozgeriya Ferdizê ji bo înfazê bangî wê kir.
Di destpêka Kanûna Pêşîn a sala 2024’an de, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve bi 6 sal û 2 meh zindanê hat mehkûmkirin bi tawana "avakirina komeke bi mebesta pêşengiya hewldanên têkbirina ewlehiyê", ligel cezayên zêde weke du sal qedexekirina derketina derveyî welat û sînordarkirina çalakiyên wî yên medyaya dîjîtal.
Di doza nû ya ku ji aliyê Dadger Emîr Hacîpûr Şûştarî ve ji aliyê Şaxa 103’yem a Dadgeha Cezayê Giran a Ferdîzê ve hat vekirin de, bi îdiaya "Ji bo kirina sûc çêkirine amûran" 3 meh cezayê girtîgehê û 30 qamçiyan dan Azam Ahu Kalandar. 3 meh cezayê girtîgehê piştre veguherî 1,5 milyon tumen cezayê pere.
Ezam Ahu Kalander ji bo înfaza ceza divê di nava 10 rojan de serî li Şaxa 5’emîn a Serdozgeriya Komarê ya Ferdizê bide.