Ji bo hevdîtina bi Ocalan re pêkbê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî didomin

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê çêkirin ev çend roj in li qadan e û li dijî polîtîkayên şikandina vîna gelê Kurd çalakiyên xwe didomînin.

 
Navenda Nûçeyan- Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî îdiayên li ser malperên civakî têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herkîn qadan û nerazîbûnên xwe nîşan dan. Dewleta tirk her dem ji bo polîtîkayên qirkirinê û şikandina îradeya gelê Kurd bide meşandin, îdiayên tu rastiya wan tune ye belav dike. Bi taybetî niha em dizanin meha Adarê ye û gelê Kurd nêzî pêşwaziya cejna Newrozê ne, ji bo kêfxweşiya wan bişkîne û bala gelê Kurd bikşîne ser mijarên din li ser van îdiayan, kiryarên qirêj dike.
Der barê tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza hevdîtinê dikin û neazîbûnên xwe nîşan didin. Têkildarî mijarê gel çalakiyên xwe berdewam dike wê li Kantonan Hesekê û navçeya Til Temira girêdayî Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Malbatên şehîdan daxuyaniyê bidin. Her wiha li Herêma Şehbayê meşa girseyî heye. 
Hesekê
Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Hesekê daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir. Daxuyanî li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan bi tevlibûna bi dehan ji malbatên şehîdan hat dayîn. Di daxuyaniyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. 
Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Aya Keleş ve hat xwendin wiha bû: “Dema ku gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê di aliyên siyasî, dîplomasî û hemû qadên jiyanê de gelek destkeftiyên mezin bi dest xistin, dewleta Tirk û alîgirên xwe ev rastiyên dîrokî qebûl nekirin. Her wiha bi kiryar û planên cur be cur êrîşî Kurdan dikin.  
Di daxuyaniyê de Aya bal kişand ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevahî civakan û wiha domand: “Rêber Ocalan di 40 salên derbasbûyî de di nav karker, xebatkar û rewşenbîran de li tevahî Kurdistanê dest bi têkoşîna xwe ya mezin kir, niha jî ev têkoşîn derbasî Rojhilata Navîn û cîhanê bûye. Me bi riya fikirê Rêber Apo re nasnameya xwe bi dest xist û me li dijî dijimên ku dixwazin çand û hebûna me tune bikin, li ber xwe da. Dijmin bêyî ku pîvanên exalqê mirovahiyê di ber çavan re derbas bikin bi hemû cureyan êrîşî hebûna me dikin. Em dane koçberkirin, gundên me şewitandin û rewşenbîr, têkoşer û xebatkarên me yên li ser hîmên demokratîk têdikoşiyan xistin girtîgehan. Di heman demê de xwestin fikrên xwe yên netewperest di nava civakê de belav bikin. Ji bo têkoşîna me ya dîrokî tune bikin bi riya komploya navdewletî ku bi destê 13 dewletan pêk hat Rêbertî dîl girtin û xistin Girava îmraliyê û heta niha jî rêberê me di tecrîdeke giran re derbas dibe. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe Kurdistanê ronî kir û gelê Kurd hînî watedariya azadiyê kir.  
Em wekî malbatên Şehîdan li Herema Cizîrê bang li hemû mirovên azadîxwaz û rêxistinên mirovî dikin ku zûtirîn dem destwerdanê bikin û tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bikin. Em dixwazin rewşa rêberê xwe bizanin, heya dawiyê ji bo azadiya Rêber Apo em ê li qadan bin.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.
Til Temir
Bi dehan ji malbat, hevrê, xwişk û birayên pekrewanan ên li navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê li saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û daxwazên xwe ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi daxuyaniyekê anîne ziman. Di daxuyaniyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hatibûn hildan. 
Daxuyaniya ku ji aliyê Dayika Ş.Bahoz, Çinar Yûsiv ve hat xwendin wiha ye: "Bi serkeftinên gelê Kurd li Kurdistanê û taybet serkeftina Qendîl, Zap û Garê wekî darbeyekê li dewleta Tirk û faşîzma wî bû, ji bo wê asta êrîş û komployan jî zêde dibin. Dema ku Ataturkê berê û Erdoganê niha li hemberî têkoşîn û berxwedana gelê Kurd bêçare man, Rêber Abdullah Ocalan hedef girtin. Tecrîda ku heya niha li ser Rêber Ocalan tê ferzkirin, sûcekî mezin e. Zexta li ser Rêber Ocalan didin meşandin, yek ji armancên wê têkbirina vîna gelê Kurd e. Di nava tarîtiya ku gelan jiyan de ji greva Îmraliyê ronahiyeke azadiyê ji gelê Kurdistanê re, hate nîşandan. Em wekî Malbatên Şehîdan bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî dikin ku bi erkên xwe ve rabin û bihêlin malbata Rêber Ocalan hevdîtinê pê re bikin. Wê malbatên şehîdan li ser piya bin heya ku Rêber Apo azad bikin."
Daxuyanî bi dirûşma"Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.
Şehba
Piştî belavbûna îdiaya li ser rewşê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li seranserî cîhanê gelê welatparêz rabû serhildanê. Li Şehbayê Meclisa Malbetên Şehîdan a Herêma Efrînê li navçeya Fafînê meşek orgenîze kir. Di meşe de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên berxwedana Serdemê her wiha pankartên bi nivîsên "Tu kes nikare roja me tarî bike", "Ji bo azadî û demokrasiyê li her derê berxwedan e" hatin hildan. Meş ji goristana şehîdên sivîl a navenda navçeya Fafînê dest pê kir û heya qada navçeyê berdewam kir. 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê, Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Xedîce Îbo axaftin kir
Xedîce bal kişand ser siyasetên dewleta Tirk li dijî gelê kurd û ev tişt got: "Ev plana dewleta Tirk wê tu carî negihîje armancên xwe, îro gelê me bi saya fikrên Rêber Apo nasnemeya azadiyê girtine. Ji bo em azadiya Rêber Apo bi dest bixin, hemû rojên me wê bibin rojên têkoşînê. Heya agahiyeke rast ji Rêber Apo pê girtin dê çalakiyên me nayên rawestandin.”
Meş bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe", "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.