Ji bo herêma erdhejê hişyariya barana zêde hat kirin

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, ragihand ku li bendê ne sibê ji danê sibê ve li bajarên herêma erdhejê baran zêde bibare.

Navenda Nûçeyan- Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ragihand ku li bendê ne li cihên erdhejê ku di 6’ê Sibatê de navenda wan Mereş bû pêk hat baran zêde bibare. Tê payîn ku sibê roja Înê û pê ve li Osmaniye û Mereşê barana zêde û birûsk bibare, piştî nîvroyê jî li Semsûr, Meletî, Xarpêt û Amedê bibare.

Hat xwestin ku li hemberî lehî, birûsk û bahozê, di dema baranê de bi baldar û tedbîr bin.